BI DÎMEN

Keko, Kuto û Çeto bûn mijara şano

Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê, ji karîkatura Qirix a Dogan Guzel sûd wergirtin û lîstikek amade kirin. Di vê lîstikê de bi zimanekî heneko qala Qirixan tê kirin, ku parçeyek ji çanda xwecihî ya bajêr e.

Hunermendên ku piştî bicihbûna qeyûm biryar dan nexebitin, Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin. Hunermend li dû hev lîstikan amade û pêşkêş dikin. Tevî nebûna derfetan û pirsgirêkên peydakirina dikê jî, Şanoya Bajêr gelekî balê dikişîne. Şanoyê bi lîstika "Dawiya dawî" ya stand up'ê dest bi lîstikên xwe kir. Vê lîstikê gelekî bal kişand. Hunermendan vê carê jî karakterê Qirix, ku karîkaturîst Dogan Guzel di salên 90'î de ji bo rojnameya Ozgur Gundemê afirand, kirin mijara lîstikek xwe. Vê lîstika ku promiyera wê hat kirin, bi têra xwe bal kişand. Lîstika ku ji aliyê derhêner Kemal Gurkan Gursel ve hat amadekirin, qala Qirixan dike ku beşek ji çanda xwecihî ya Amedê ye. Sê karakterên bingehîn ên lîstikê, ji aliyê şanoger Yavûz Akkûzû, Sena Ozbey û Elvan Koçer ve tên lîstin. Di lîstikê de jiyana rojane ya Qirixan û nêzîkatiya wan a li bûyerên polîtîk tên nîşandan. Lîstik hem dike ku temaşeker bê bikene, hem jî li ser bifikire. Lîstik hefteyê sê rojan tê nîşandan.

Alîkarê dernêr Zeycan Ateş, li ser vê lîstika nû û karê xwe ji ajansa me re axivî.

LI SER NÊRÎNA QIRIXAN A LI PÊVAJOYA SIYASÎ HAT AMADEKIRIN

Ateş diyar kir, di lîstikê de mîna li karîkaturê 3 karakterê bingehîn Keko, Kuto û Çeto dilîzin û got, "Karakterên me yên din jî hene. Dayika Besê û Eyşo. Ya rast, Qirix rewşeke çandî ya Amedê ye. Me tiştekî heyî derxistin ser dikê. Di heman demê de me mesajên civakî jî dan. Me aliyên cuda yên Qirix nîşan dan. Me jiyana wan a civakî, nêrîna wan a li pêvajoya siyasî li ser dikê nîşan dan."

Ateş anî ziman, heta niha reaksiyonên gelekî erênî xuya dikin û got, "Şano civakek xwepêşandanê ye ku pirsgirêkên civakê li ser dikê nîşan dide. Me jî pirsgirêken civakî û siyasî yên Qirixan û jiyana wan a malbatî derxistin ser dikê."

LÎSTIKA SÊYEMÎN TÊ AMADEKIRIN

Ateş bibîr xist, piştî ku şaredarî hat desteserkirin zêdeyî 30 şanoger bêkar hatine hiştin û wiha dewam kir: "Me di bin sîwana şaredariyê de karê şanogeriyê dikir. Lê em bêalternatîf nebûn. Kengî şanoya me hat girt, me yekser li cihê xwe yê nû dest bi kar kir. Bi lîstika 'Dawiya Dawî' me dest bi promiyera xwe kirin. Lîstika me ya duyemîn jî Qirix bû. Niha lîstika me ya sêyemîn tê amadekirin, ku di asta prova de ye. Em bi rengekî çalak karê xwe didomînin. Hem li Amedê hem jî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê em dixebitin."

ŞANOYA JI BO GEL

Ateş destnîşan kir, ew ê karê xwe xurtir bikin û got, "Em civateke ku di nava gel de ne û ji bo gel şanoyê dikin. Em ê vî karê xwe bidomînin. Ji ber vê yekê em ê bi komên din ên şano yên alternatîf re bibin yek û hê bi vîn û xurt, bixebitin."