BI DÎMEN

Jiyana ku bi hunerê tê rêsandin: Stargehek û şêwaza vegotinê

Sûzan Abbas li Tirbespiyê maleke hunerî vekir û hewl dide mîrateya çanda gelê Kurd zindî dihêle. Bi hunera xwe xizmeta şoreş û civakê dike; perwerdeya dilxwazî dide.

SÛZAN ABBAS

Hunermend Sûzan Abbas jineke ciwan a ji Tirbêspiyê ye û bi îlhama ku ji dewlemendiya çanda welatê xwe digire, mezin dibe. Di zarokatiya xwe de dest bi hunera destan û wênesaziyê dike, evîna hunerê di ruhê wê de geş dibe. Sûzan Abbas bi her lêdana firçeyê hestên xwe li ser tûvalê dineqşîne û bi zimanê rengan jî kûrahiya civakê tîne ziman. Sûzan Abbas di heman demê dixwaze jêhatîbûn û karê xwe parve bike. Ew dema ku bi xwendekarên xwe re derbas dike wekî pêvajoyek fêrbûn û pêşketina bi hev re dinirxîne. Huner ji bo wê sitargehek e, şêwaza îfadekirinê ye û ya herî girîng jî  jiyana wê dirust dike.

BI XWEZAYÊ RE HUNERA XWE PÊŞ XIST

Sûzan Abbas diyar kir ku di temenê biçûk de hunera destan û wênesazî bala wê kişandiye û wiha got: “Min di temenê xwe yê biçûk de ji her lîstika ku me dilîst berhemeke hunerî biafirînim. Ez ê diçûm gund û min simbilek genim bi xwe re dianî û min ji wê gelek berhem diafirand. Min ji kevir û daran pêlîstokan çêdikir. Ji ber ku ev aliyê min bi xwezayî pêş ket, ev bala min kişnad. Min hewl da ku vê jêhatîbûnê pêş bixim. Malbata min jî piştgirî dane min. Heger min tabloyek biçûk jî çêbikira jî wê bi dîwaran ve daliqandin û ji her kesê ku dihat malê re digot ku ew tabloyên Sûzanê ye. Bi vî awayî, xwebaweriya min zêdetir bû.”

EW BI HUNERA XWE XIZMETA ŞOREŞÊ DIKE

Suzan Abbas ev tişt anî ziman: “Dema min dest bi dibistanê kir, min herfên alfabeyê li ser kaxiz, dar, hêk û keviran dinivîsand, hewl dida ku wêneyên rengîn biafirînim. Min jiyana dibistanê bi hunerê derbas kir. Min hewl da ku nêrîna xwe ya li ser jiyanê bi hunerê birêsim. Ji ber vê yekê ez çûm Fakulteya Hunerên Bedew û min xwe pêş xist. Di dibistanên rejîmê de wek mamosteyê hunerê xebitîm. Piştî min zanîngeh qedand 6 meh şûnde Şoreşa Rojava pêk hat. Bi destpêkirina şoreşê re ez beşdarî saziya zimanê Kurdî bûm û 2 salan li enstîtuyê xebitîm. Ew enstîtuya ewilî ya li Tirbespiê hatibê vekirin bû. Her wiha 2 salan jî di nava xebatên Baxçeyê Zarokan de min cih girt. Ji bo pêşketina zarokan û bi çanda xwe mezin bibin me proje amade kirin. 4 saln jî li dibistanan min perwerdehî da. Bi hûrgilî li ser mijarên wekî çêkirina mufredata hunerî û çawaniya birêvebirina dersên hunerî rawestiyam, ez beşdarî çalakiyên çandî û hunerî dibûm.

Xeyala gelê Kurd ew bû ku dîrok, kevneşopî û çanda xwe zindî bihêle. Ji ber vê yekê bi hunerê re mijûl dibim. Ji ber ku ez dîroka gelê Kurd, berxwedan û têkoşîna jinê vedibêjim. Ez bi vî awayî xizmeta şoreşê dikim. Ji bo xebatên hunerî yên ku berhev kirine zêdetir pêş bixim min xaniyek hunerî ya biçûk vekir. Ez di vê hunergehê de xemlên xwe yên cuda, hunerên destan û wênesaziyê didin pêşandan. Ez hunera xwe radigihînim hunerhezan û wan perwerde dikim. Ez perwerdehiyê li ser bingeha dilxwazî dikim. Tu feydeya aborî nagihêje min. Kesê ku ez perwerdehiya hunera destan û wênesaziyê didim wî/ê hebe, ew kes jî min perwerde dike û zanyariyên xwe parve dike. Ji bo nimûne, eger şagirteka/î min hebe ku bi zimanekî din diaxive, ev şagirt min fêrî zimnê xwe dike, yan jî kesekî ku di nivîsandina çîrokan de bi Kurdî şareza be, teknîkên çîroknivîsînê fêrî min dike. Bi vî awayî ez hunera xwe hînî kesên ku dixwazin dikim û ji şagirtên xwe ferî cerebeyên nû dibim. Bi vî awayî ez dixwazim ji civakê re ragihînim ku reng û wêne ji karekî wêderitr, giyanek e."

HUNER RÊ NÎŞANÎ DÎROKÊ DIDE

Sûzan Abbas anî ziman ku çand û huner beşeke girîng a jiyanê ye û wiha pêde çû: 

"Ne tenê wêne her wiha folklor, şano, muzîk û hwd jî di navenda jiyanê de ne. Ev îfadeya hest û ramanên civakê ye. Huner avahiyek e ku ziman diafirîne. Di serdema ku nivîsandin hêj pêş neketiye de bi rêya wêneyan ev mîrateya çandî heta roja me hatiye. Ji ber vê yekê bingeh dîrokê avakiriye.

'HUNER NAVÊ CIVAKÎBÛNÊ YE JÎ’

Divê hûn nebêjin em hunerê dikin û derbas bibin. Ji bilî hest û ramanên me, divê em bikaribin bibin xwedî ziman, deng, rengê civakê. Huner amûra civakbûnê ye. Em nikarin hunera ku civakê îfade nake weke huner bi nav bikin. Di encama piştgiriya civakê de xebatên çand û hunerê zêde bûn. Civak bêyî hunerê, huner jî bûyî civakê nabe. Em nikarin hunera ku gel xwedî lê dernekeve û xwe tê de nebîne re bibêjin huner. Her wiha divê em hişmendiya afirandina hunera civakî bilind bikin. Gelê ku bi sedsalan ji çand, huner, ziman û nasnameya xwe bêpar maye, çand û hunera ku ji aliyê jinan ve hatiye rêsandin û xemilandin hembêz kiriye.”