BI DÎMEN

Jinên Ereb li dijî qirkirina li ser jinê semînerek lidar xistin

Jinên Ereb li dijî qirikina li ser jinê li gundê Bîrcarî yê li ser sînorê Şengalê semîner lidar xistin.

PÊNGAVA ‘LI DIJÎ QIRKIRINA JINAN BIBE DENGÊ XWE PARASTINÊ'

Pêngava ‘Li dijî qirikirina jinan bibe dengê xweparastinê’ ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatibû destpêkirin, roj bi roj berfireh dibe û deng vedide.

Di heman çarcovê de jinên Ereb ên gundewarên li ser sînorê Şengalê, li gundê Bîrcarî ji jin û mêran re semînerek li ser êşkenceya ku li jinê tê kirin, lidar xistin.

Semîner ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di semînerê de endamên meclîsa jinên Ereb ên gundewarê Şengalê axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandina ser jinên Êzidî û dema fermanê.

Her wiha têkildarî têkoşîna jinên Êzidî ya qasî 10 salan hatî meşandin, nirxandin hatin kirin ku di vê pêvajoyê de jinên Êzidî çawa îradeya xwe raber kir û xwe bi rêve bir.

Di semînerê de behsa qetilkirina jinan û berxwedaniya li dijî vê yekê hate kirin û hat gotin ku li herêmê bi belavbûna fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, jiyana wekhev hatiye rûnişkandin.

Di semînerê de ev tişt jî hatin gotin: “Îro jina Şengalî xwe li ser fikir û felsefya Rêber Apo bi rêxistin dike û xwe bi rêve dibe, îradeya xwe ya azad ava kiriye û li dijî her curê êrîşa li ser jinan li ber xwe dide.”