Jîn û jiyana wargeha Mexmûrê

Hunermendên biçûk ên Koma Jînim Jiyanim a Stêra Zêrîn ya Mexmûrê, bi huner û stranên xwe li wargehê balê dikişînin.

Hunermendên biçûk ên koma Jînim Jiyanim a Stêra Zêrîn ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi huner û stranên xwe ji niha ve balê dikişînin.

Koma muzîkê ya Jînim Jiyanim ji 10 kesan pêk tê û ev bi qasî sê sal in, li Navenda Stêra Zêrîn a Mexmûrê perwerde dibînim.

Bi dehan caran di pîrozbahî û şahiyan de çûne ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirine. Gelek caran, ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û moralê bidin gel, di çalakiya nobetê ya ku ji 20’ê Tîrmehê ve li Wargeha Mexmûrê hatî destpêkirin de, stranan dibêjin. 

Piranî stranên vê komê şoreşgerî û potporî ne. Tenê yek armanca vê komê heye, ew jî xwedî li çand û hunera Kurdî derketin û fêdeyek dayîna civaka xwe ye.

Ji ber vê armancê timî xwe perwerde dikin û pêşdixin. Komînalbûn û bi hev re xebat meşandina vê komê, timî bala gel kişandiye û bûye sedem ku zarok û ciwanên wargehê hîn zêdetir berê xwe bidin Navenda Stêra Zêrîn.

Kom ji aliyê gelê wargehê ve jî pir tê hezkirin û êdî hemû kes wan nas dike û piştgiriya xwe bi wan re didin nîşandan. Koma Jînim Jiyanim wek navê xwe jîn û jiyana wargehê ye. 

Endamên Koma Jînim Jiyanim a Stêra Zêrîn, li ser karên xwe ji ANF'ê re axivîn.

Endamê Koma Jînim Jiyanim Yasîn Apaydin anî ziman ku dema ew stranan dibêjin kêfxweş dibin û got: “Em koma Jînim Jiyanim in. Em bi kêfxweşî stranan dibêjin û gel kêfxweş dikin. Em dixwazin Rêberê me bi fîzîkî bê azadkirin. Stranan ku em dibêjin, em diyarî Rêber Apo û gerîlayên serê çiya dikin.”

Viyan Yîgît jî got, “Em wek kom, ev sê salin bi hev re perwerde dibînin û stranan dibêjin. Em li vir xwe fêrî hunera Kurdî dikin."

Dezdar Utun jî got, “Em stranên li ser Rêber Apo, şehîd, gerîla û Kurdistanê dibêjin. Di her stranên me de mijarek heye.”

Nalîn Apaydin jî wiha hestên xwe bi me re parvekirin: “Koma me navê wê Jînim Jiyanim e. Wateya wê pir xweşe, hem jine û hem jîyane. Em wek kom bi stranên xwe gel kêfxweş dikin. Li cihê çalakiyan em stran û hunera xwe pêşkêş dikin. Em bi stranên xwe êrişên li ser Kurdan şermezar dikin û em bang li tevahî ciwanan dikin da ku xwedî li çand û hunera Kurdî derbikevin.”