Ji xwendekarên Amarîkaya Latîn bo Kurdan piştgirî

Ji xwendekarên Amarîkaya Latîn bo Kurdan piştgirî

Piştî komkujiya 9’ê çileyê li Parîsê pêk hat û di encmaê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dan, li ser înternetê kampanya hatin destpêkirin. Xwendekarên ji Amerîkaya Latîn ên ku tevlî kampanyayê bûn, piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd nîşan dan.

9’ê çileya 2013 li Parîsa paytexta Franseyê sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Xwendekarên ji Amerîkaya Latîn bi vê boneyê peyamên piştgiriyê ji bo gelê Kurd şand.

Peyamên xwendekaran ên ji welatên cûda yên Amerîkaya Latîn wihan e:

* Ji Şîlîyê ji bo hemû hemû jin û hevalên têkoşînê bilind dikin silav. Bijî Sakîne, Fîdan û Leyla.

* Qîrînên azadiyê heta vir tên. Ji Kurdistanê re azadî. Ji Arjantînê Elio.

*Li gorî kevneşopiyên gelê me pêvajoya sêyemîn a jiyanê pêk hat. Piştî peresan û şoreşê êdî dema azadiya gelê Kurd hatiye.

* Ez ji Kûbayê Zolia. Ji komîsyona jiyaneke din pêkan im. Em li ser şopa Sakîne, Fîdan û Leylayê dimeşin.

* Tenê şerek tê windakirin. Ew jî yê ku nîvçe dimîne. Ez ji Arjantînê Florecia. Ez ji vir ji bo we gelê Kurd silavên xwe dişînim. Bila edalet hevrêyê rêya we be.

*Ez ji Kûbayê peyama xwe ya ji bo piştgiriya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê dişînim. Destekê didim şoreşa we. Ji aşitiyê re erê.

* Ji bo gelê Kurd peyam min. Ez  ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê pir xemgîn im. Piştgirî, aşitî û silavên şoreşgerî.

* Ez ji Kûbaya ku beriya 54 salan ku bi gelek zoriyan re azad bû Ana. Em ji bo hemû gelan azadiyê dixwazin. Hêvdar im ev peyama min dê bigihre we. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê aşitî û hezkirin.

* Ez ji Arjantînê Santiago. Bi rêzdarî Sakîne, Fîdan û Leylayê bi bîr tînim. Ew nemir in. Têkoşî û hevaltiya wan didome.

*Ez ji Paragûayê Nicolas Robin. Ji vir piştgiriya we dikim. Ji bo gelê Kurd edaletê dixwazim.

* Ji Ûrûgûayê Monana. Ji bo kujeran tişta bi xof û tirs dahatûya wan e. Ji bo pêşverûyan jî dahatûyek bê tirs û xof e.

* Ez ji Ûrûgûayê Emi. Ez bayên we par ve dikim.

* Pêtên agirê geş ê berxwedana we ya sor weke di dilê gelê Kurd de, di dilê gelê Amerîkaya Latîn de jî ye. Rûkeniya we hêz û b aweriyê dide me. Ez ji bo Ronahiyan edaletê dixwazim. Ji Brezîlyayê gelê têkoşer hembêz dikim. Fernanda

* Beh ez xwendekarek ji Sahrayê. Li Kûbayê dixwînim. Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna gelê Sahrayê ye.. Ez ji bo gelê Kurd aşitî û edaletê dixwazim.

* Ez dixwazin bi navê xwendekarên li Kûbayê dixwazim vê peyama piştgiriya têkoşîna gelê Kurd gelê Kurd bişînim. Dani, Arjantîn