Ji parlamentoya Bolîvyayê bo pêvajoya aştiyê piştgirî
Ji parlamentoya Bolîvyayê bo pêvajoya aştiyê piştgirî
Ji parlamentoya Bolîvyayê bo pêvajoya aştiyê piştgirî
Li Bolîvyayê komeke senator û parlamenteran daxuyaniyek dan û diyar kirin ku, ew piştgiriyê didin pevajoya aştiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin.
Senetorên Bolîvyayê Marî Eva Bacaflor, Marî Medîna, Rosemery Carlo û serokê berê yê koma partiya parlamentoyê Roberto Rojas ên Endamê Partiya Tevgera Berbi Sosyalîzmê ya niha desthilatdare duh saet di 11.00’an de daxuyaniyek dan û piştgiriya xwe ya bo biryara vekişîna gerîlayan destnîşan kirin. Her wiha der barê geşedanên pêvajoya çareseriyê de jî nêrînên xwe vegotin.
Marî Medîna axaftina vekirinê kir û diyar ki ku, peyama aştiyê ya Ocalan di Newroza 2013’jan a Amedê de şand û bi vê re pêvjoya aştiyê destpê kiriye, gelek girînge û got ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn giringiyeke mezin dihundirîne. Medîna wiha got: “Niha 12 hezar girtiyên siyasî yên kurd hene, bi hezaran kurd hatine şewitandin û taxrîbkirin, bi hezaran kes hatine surgunkirin, bi hezaran kes hatine kuştin û her wiha azadiya çapemeniyê jî tê astengkirin. Rêber Abdullah Ocalan bi helwesteke berxwedêr demeke nû daye dest pêkirin. Em wek parlamentoya Bolîvyayê û gelê Bolîvyayê piştgiriyê didin vê pêvajoya aştiyê. Biryar vekişînê ya gerîlayan ji bo pêvajoyê gelek samîmiye. Her wiha pêvajoya dîalogê bê berdana girtiyên siyasî û Ocalan nekare baş bimeşe û divê hemû alî tevli pêvajoyê bibin an jî dê pêvajo negihêje armanca xwe.
Roberto Rojas jî diyar kir ku ,ew piştigiriyê didin kampanyaya îmzeyan ya bo Azadiya Ocalan û got: “Em wek koma MAS dê di demek kurt de dê biryareke qanûnî ya ku ya piştevaniya bi Abdullah Ocalan re erê bikin. Li vir em bang li hikûmeta tirk dikin ku Ocalan serbest berdin. Em dê ji bo vê di nava hewldanan de bin.”
Senator Marî Eva Bacaflor jî diyar kri ku ji bo ku li tirkiyeyê û Kurdistanê aştî pêk were divê Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqê bê avakirin û got ev di mînakên cuda yên cîhanê de tên dîtin.
Senator Rosemery Carlos jî ku di heyeta ku di Newroza Amedê de hatibûn de cih digirt jî wiha got: “Em li Kurdistanê bûn. Niha zarokên kurd ji ber sedemên cuda di girtîgehan de ne. Bi salane gerîl ali çiyane. Me li Bolîvyayê Dewleteke Pirnetewî bidest xist. Ev mirovana jî ji bo heman armancê têdikoşin. Her îmzeya ku bê berhevkirin, bo gelê kurd girînge.