Ji NY’ê bo Suriyeyê banga ‘çekên kîmyewî’

Ji NY’ê bo Suriyeyê banga ‘çekên kîmyewî’

Sekreterê gitşî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon, bang li rêveberiya Şamê kir û xwest ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya pisporên NY’ê destûr bê dayîn.

Ban Kî-moon ku li Moskovayê bi Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê Sergey lavrov re hevdîtin kir, daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Pisporên me ji bo biçin qadên ku çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn amade ne.”

Rejîma Beşar El Esad û komên çekdar di mijara bikaranîn çekên kîmyewî de hev û din sûcdar dikin.

Dozgerê berê yê Swîsreyî ku enamê komîsyona lêpirsîna serbixwe ya NY’ê Carla Del Ponte di 6’ê Gulanê de daxuyaniye da û diyar kiribû ku  Serhildêrên Suriyeyê çekên kîmyewî bikartîne.  Li dijî vê jî di serî de Tirkiye û gelek welatên din Esad bi bikaranîn çekên kîmyewî sûcdar dike. Lîderên Rojava diyar dikin ku di warê bikaranîna çekên kîmyewî de tespît hene. Lê ev madeyên kîmyewî ji alî kê ve û kîjan cureyê w êtê bikaranîn agahiyan nadin.

Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov jî di vê mijarê de xwest lêkolîn bê kirin û  got ew bertekên li dijî firotina çekan a Rusyayê jî ya ji bo rejîma Esad jî tu wateyê nadinê.

DIVÊ DEMILDEST KONFERANSEK NAVNETEWÎ PÊK BÊ

Sekretê giştî yê NY û wezîrê Karê Derve yê Rusyayê di civîna çapemeniyê ya li Soçî pêk hat de diyar kirin ku ji bo ev xwîna li Suriyeyê raweste divê demildest konferanseke navnetewî pêk were. Ban Kî-moon wihag ot: “Ev civînan ku amadekariya wê tê kirin divê demek kurt de bê kirin.” Lavrov jî got çiqas zû bê kirin dê baş be.