Ji muxalefeta Sûriyeyê boykota hevdîtinan

Ji muxalefeta Sûriyeyê boykota hevdîtinan

Muxalefeta rejîma Sûriyeyê Kolîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ji ber ku “dawî li pevçûnên şermdêr ên li Sûriyeyê nayenin” nerazîbûn nîşanî hêzên navneteweyî da û diyar kirk u ew ê tevlî civînê “Dostên Sûriyeyê” nebin. 

Kolîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê da zanîn ku ew ê tevlî civîna Dostên Sûriyeyê ku dê rojên pêş li Romaya paytexta Îtalyayê pêk bê nebin. 

Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê vexwendina serdana Rûsya û Amerîkayê red kir û ev yek wekî nerazîbûna li dijî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî li hemberî wêrankirina bajarê Helebê yê dîrokî şîrove kir. 

Di dema dawî de bajarê Helebê ji alî rejîma Sûriyeyê ve bi fuzeyên skod tê topbarankirin û bajar wêran dibe bi sedan sivîl tên kuştin. 

Koalîsyonê her wiha da xuyakirin ku ew ê tevlibûna xwe ya kongreya dostên Sûriyeyê ya ku dê di meha pêşiya me de dê li Romayê li dar bikeve jî rawestînin. Ev daxuyanî di civîneke çapemeniyê de ji alî berdevkê koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê Welîd El Bundî ve hat xwendin. 

Koalîsyonê dubare kir ku ew dê tevli tu hewldanên çareseriyê yên bi tevlibûna Esed û rayedarên leşkerî û ewlekariyê yên destê wan di xwîna gel de heye nebin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojane bi dehan sivîl di encama avêtina fuzeyên Skod de tên kuştin. Bajarê Helebê yê dîrokî tê wêrankirin, bi sedhezaran girtiyên siyasî di zindanên rejîmê de ne û bi sedhezaran zarokên sêwî û bêkes mane. 

Di daxuyaniyê de rexneyên tund li rêveberiya Rûsyayê hat kirin û gazinca ji Rûsyayê wiha hat gotin: “Em berpirsiyariyeke exlaqî û siyasî ya rêveberiya Rûsyayê dibînin ji ber ku ew heta niha piştgiriya rejîmê bi çekan dike.” 

Di encamê de rêveberiya koalîsyonê biryar daye ku ji bo nerazîbûna xwe li dijî bêdengiya van welatan daxwaza serdana Rûsya û Amerîkayê bi cih neyne û her wiha tevli civîna dostên Sûriyeyê ya li Romayê nebe. 

Wekî tê zanîn ew vexwendinên Rûsya û Amerîkayê piştî banga serokê Koalîsyonê Mûaz el Xetîb a diyalogê hatibûn kirin. 

Di demekê de ku her kes li hêviya pêşketinên di riya diyalogê de û dîtina çareseriyeke siyasî bû; vê aloziyê ev helwesta koalîsyonê dê wan hêviyan bişkîne û çarerseriya bi riyên tundî û şerên dijwar bêtir serdest bibe.