Ji mîrateya Halîl Dag fîlmekî nû: Berfîn

Xebatên sînameyê yên ku bi hewldana Halîl Dag li qadên gerîla dest pê kirî, bi ekîba Sine Çiya berdewam dike. Hilberîna dawî ya ekîbê fîlmê 'Berfîn' e ku xwe dispêrê serboriyekê.

Xebatên sînamayê ya gerîlayên Kurdistanê, bi fîlmên wê yên ku nayên jibîkririn û çîrokên wê yên jiyanê yên balkêş ku di bîra gel de mane bi keda Halîl Ûysal (Dag) dest pê kir. Îro ew ked bi xebatên ekîba bi navê Sine Çiya berdewam dike. Xebata dawî ya ekîbê ku li ser gelek projeyan îmza wan heye fîlmê 'Berfîn" e. Endamên ekîbê M.Emîn Engîzek û Ozlem Arzeba têkildarî fîlm û xebatan tiştên ku meraqa wan têne kirin vegotin. Gerîlayên sînameger ku li ser navê ekîbê bersiv dane pirsan diyar kirin ku wan bi Halîl Dag re îmakana xebatê dîtine, sîname ji wî hîn bûne û gotin: "Em bi keda xwe li vê kedê xwedî derdikevin û didin dewamkirin. Bi fîlmên ku heval Halîl Dag çêkirin zimanekî sînameyê çêbû; em dixwazin wî zimanî bi Sine Çiya berdewam bikin. Hîmê Sine Çiya hevalê Halîl bi fîlmê "Tîrêj" danî; piştre bi fîlmê "Ayna Bejnê", "Dema ku jin hez bikin", "Hêstirên Zapê", "Bêrîtan", "Wêne" ev kevneşopî berdewam kir. Îro jî em dixwazin bi fîlmê "Berfîn" vê kevneşopiyê berdewam bikin."

'ME JI REALÎTEYA PKK'Ê DEST BI VÎ FILMÎ KIR'

Ekîba Sine Çiya got,"Me ji realîteya PKK'ê dest bi vî fîlmî kir, me ji serboriyê besta xwe girt" û têkildarî projeyên xwe wiha got, " Endamên dayik, keçik, bav û kur, bira hene ku bi PKK'ê re tevlê bûne. Van jî bandor li me kirin. Hin bûyer hebûn ku em ji wan re bûne şahid. Mijara fîlm serboriyek e. Tersisandina ser perdeyê ya serboriyekê zehmet e. Ti tiştek cara duyê nayê jiyîn, nikare were terisandin jî. PKK'ê çîrokên ku dubereyên wan nebin, kopîyên wan nebin afirand. Heta ku ji dest me hat me hewl da vê çîrokê vebêjin, biterisînin. Avaniyeke malbatê heye ku zexta dewletê ew tertûbelav kiriye. Em meş û rêya keçeke ku li gel van hemûyan li dijî van rawestiyayî û têkoşîna azadiyê hilbijartî ji xwe re dikine mijar; em rêwîtiya hundirîn a wê keçê jî tevî vê dikin."
Ekîba Sine Çiya dibêje kelecaniya wan pir mezin û cihê ye û wiha didome: "Em weke PKK'ê xwedî dîrokeke berxwedanê ne. Bi hezaran lehengî, efsaneyên berxwedanê…Her gerîlayek çîrokek heye. Gelek nirxên me yên veşartî hene. Divê ev nirx, tecrûbe bibin  berhem. Fîlmê 'Berfîn' jî tenê beşek jê ye, çîrokek e. Xwezî derfetên me hebûna ku karîbûna hemû çîrokên xwe vebêjin. Niha em dixwazin dilopek ji zeryaya azadiyê bînin ser perdeyê."

ŞERTÊN SÎNAMEYÊ ÇAWA PÊK HATIN?

Sîname pêdivî bi xebateke mezin a ekîbê û derfetên teknîk heye. Baş e ev ew hewceyî, di nav şertên şer de û li qadên gerîla çawa çêbûn? Endamên ekîbê têkildarî vê wiha dibêjin: "Li hêlekê balafirên keşfê û êrîşên hewayî û li hêla dî jî tiştên ku pêvajo ji me dixwaze…Di nav van şertan de dayina berheman…Qonaxa senaryoyê jî ji ber şertên şer nêzî 2 mehan berdewam kir. Pêvajoya girtinê, ji ber sedema guherandina mekan û êrîşên hewayî 8 mehan dom kir. Montaj jî nêzî 3 mehan dom kir. Li hêlekê kêşeyên me yên ewlekariyê hebûn û li hêla dî jî em li xebatên xwe asê bûbûn. Bi xwedayina jidil a hevalan me xilas kir."

Endamên ekîbê gotin piraniya kesên ku di fîlm de dilîzîn gerîla ne lê li gel vê jî ji parçeyên Kurdistanê mirov jî tê de hene û wiha gotin: "Çi kesek ji wan ne lîstikvanê profesyonel e. Em naxwazin ji wan ku rol bikin, em dixwazin ku xwe bijîn. Helbet destpêkê li pêş kamerayê biyanîbûnek heye; wê zoriya ku ji derve xwe bibînin dijîn; lê bi demê re ji wê hêlê ve motîve dibin."