Ji Koreya Bakur û Başûr biryara destpêkirina muzakereyan
Ji Koreya Bakur û Başûr biryara destpêkirina muzakereyan
Ji Koreya Bakur û Başûr biryara destpêkirina muzakereyan
Koreya Bakur û Koreya Başûr ku ji dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê ve, di warê siyasî û leşkerî de di nava pevçûnan de ne, li ser ji nû ve destpêkirina muzakereyan, li hev kirin.
Rayedarên Koreya Başûr, di daxuyaniya da de, aşkerea kir ku pêvajoya muzakereyan a ji meha sibatê ve hatibû ragirtin, ji nû ve hatine destpêkirin.
Piştî ku sê rayedarên Koreya Bakûr ên nêzî Serokê Koreya Bakûr Kim Jong-Un, hatin serdana hukûmeta Koreya Başûr, biryara ji nû ve destpêkirina muzakereyan hate dayin.
Rayedarên her du welatan ji bo beşdarî Lîstikên Asyayê bibin, hatibûn Koreya Başûr. Tê diyarkirin ku lihevkirin di dema van hevdîtinan de pêk hatine.
Tê payin ku her du alî di hefteyên pêş de careke din hevdîtin pêk bînin.