Ji hevdîtinên Îran-Rojava tiştekî nû derneket
Ji hevdîtinên Îran-Rojava tiştekî nû derneket
Ji hevdîtinên Îran-Rojava tiştekî nû derneket
Di hevdîtinên Îran-welatên Rojava yên li ser bernameya nukleerî ya Îranê de, ku herî dawî li Stenbolê pêk hat, encameke nû dernetk. Serkêşê van danûstandinan ê Îranê Seîd Celîlî di daxuyaniyeke xwe ya piştî van hevdîtinan de, piştgirî da pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê û got, "Em piştgiriyê didin her gavên yekitiya netewî ya li Tirkiyê xurt bike."
Hevdîtina herî dawî ya li ser bernameya nukleerî ya Îranê de, li Serkonsolosiya Îranê ya li Stenbolê pêk hat. Di danûstandinan de li ser navê pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Elmanya Catherîne Ashton û Serkêşê Danûstandinên Îranê Seîd Celîlî li dora masê rûniştin. Lê belê di hevdîtinan de ji civînên berê cûdatir, encamek berçav derneket.
Yek ji namzetê girîng ê hilbijartinên Serokkomariyê yên Îranê Celîlî îddîa kir, ku ew bi Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî re nêz dixebitin û bernameya wan a nukleerî ji kontrolê vekiriye.
Celîlî li dû civînê bersiv da pirsên euronews'ê û pêvajoya çareseriyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye nirxand. Celîlî diyar kir ku, ew piştgiriyê didin vê pêvajoyê û got, "Em ji bo Tirkiyê, her hewldaneke yekitiya wê xurt bike, piştevaniya netewî bi hêz bike, destek dinin."
Celîlî li ser îddîayên ku komkujiya li Reyhanliyê bi Îranê ve girê didin jî got, "Komara Îslamî ya Îranê li dijî her şêweyên çalakiyê terorê ye."