Ji Êzidiyan li dijî tundiya biryara têkoşînê

Ji Êzidiyan li dijî tundiya biryara têkoşînê

Di navbera 25-26 kanûnê de Federasyona Komalên Êzidiyan li bajarê Celê li Almanyayê 8'mîn kongreya xwe pêk anî. Kongre bi silogana "Kurdistana Azad, ol û nasnameya azad e" pêk hat. Di kongreya bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Êzidî (FKÊ) de peyama xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hate dayin.

Tevî parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, nûnerên gelek partî, rêxistin û saziyên kurdistanî tevlî kongreyê bûn. Di despêkê de hat destnîşankirin ku Federasyon biryarên konferansa Êzidiyan a li Amedê wekî bingeha xebata xwe qebûl dike.

Li dijî siyaseta zayendparêziyê jî kongreyê helwesta xwe diyar kir û biryar girt ku li dijî şideta li ser jinan têbikoşe. Kongrê qelen jî qedexe kir û biryar da ku ji bo jinên mexdûr Stargehekê saz bikin.

Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê jî hate silavkirin û dewleta tirk jî ji ber hewldanên xwe yên dagirkirina rojava hat şermezarkirin.

Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç bal kişand ser tundiya li ser jinên ku tu eleqeya wê bi rastiya ola Êzidîtiyê re tune ye û bang li pêşengên Êzidî kir ku li hemberî vê têbikoşin. Koç destnîşan kir ku girîng e ku jin û ciwan di nava FKÊ’yê de cihê xwe bi awayeke xurt bigirin.

Her wiha, nunerên Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Federasyona Elewiyên Demokratîk, Enstituya Kurd a Kolnê, YEK-KOM, PYD, Komîteya Malbatên Şehîdan, Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK), KON-KURD, Platforma Hunermendên Êzidî, UTAMARA, saziyên li Şengal, Ermenîstan û Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn û peyamên xwe dan.

Di kongreyê de biryara sîstema hevseroktiyê hate girtin û her wiha hate diyarkirin ku dê di hilbijartinan de kotaya ji sedî 40 li ber çavan bê girtin.

Her wiha hate ragihandin ku dê biryarên di kongreya 1’emîn a Êzidiyan a bi pêşengiya KCD’ê li Amedêhate pêkanîn, esas bên girtin.

Di Kongreyê dat desnîşankirin ku paradîgmaya xweseriya demokratîk a rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan wê bibe kilîda çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzdî û biryara xebatên ji bo azadiya Ocalan jî hat girtin.

Hin biryarên din ên di kongreyê de hatin girtin ev in:

Dê li hemû deverên ku kurdên êzidî lê hene, rêxistin bê xurtkirin, nûnergeh bêne vekirin û xebatên siyasî, civakî û çandî bên zêdekirin.

-Cejna Çarşema Sor dê wekî festîvalê bê pîrozkirin.

-Dê çûna Kurdistanê, beşdariya Newrozê, xebatên hilbijartinê û serdana Lalişê bên teşwîqkirin.

-Konferanseke Navneteweyî li ser rewşa Şengalê li navendeke ewrûpayê were pêkanîn.

-Ji bo bidawîanîna nakokiyên navxwexî komîteyeke taybetî ya di navbera saziyan de wê bê sazkirin.