Ji Erebîstana Sûdî fermana 'Helebê' dagir bikin!
Ji Erebîstana Sûdî fermana 'Helebê' dagir bikin!
Ji Erebîstana Sûdî fermana 'Helebê' dagir bikin!
Tê gotin, bi daxwaz û alîkariya Erebîstana Sûdî, komên çekdar ji bo bajarê Helebê û derdora wê bi dest bixin, amadekariya operasyoneke dorfireh dikin.
Çavkaniyekî ji mûxalefetê û navê xwe eşkere nekir, daxuyanî ad AFP'ê û got, "Erebîstana Sûdî biryar da bajarê Helebê û derdora wê têkeve destê serhildêran. Ji bo vî şerî jî, her roj ji wan re, tevî rokêtên antî-tank çekên giran û cebilxane tên şandin."
Li gorî agahiyeke AFP'ê ya dispêre çavkaniyek "alîgirê rejîmê" jî, "artêşa Sûriyê ji bo êrîş bike, xwedî yekîneyên têrker nîne, lewma di pozîsyona parastinê de ye."
Komên çekdar roja Duşemê herêma Han el-Asal a li rojavayê Helebê ku weke "qeleha rejîmê" tê binavkirin, bi dest xistibûn. Çavkaniyên mûxalefetê diyar kirin ku gava di dorê de jî bi destxistina akadekiya muhendîsiya akademiyê ya Esad e ku çend kîlometre dûrî Han el-Asal e.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya navenda wê li Londonê ye, artêşa Sûriyê vê akademiyê weke salona operasyonê bikar tîne.