Ji bo xwendekarên Sûriyeyî li Elmanyayê bernameyeke nû bursê
Ji bo xwendekarên Sûriyeyî li Elmanyayê bernameyeke nû bursê
Ji bo xwendekarên Sûriyeyî li Elmanyayê bernameyeke nû bursê
Bursên Elmanya dide xwendekarên Sûriyeyî, ji ber şerê navxweyî yê di sala 2011'an de destpê kir sekinîbûn û gelek xwendekar ji destekê ya ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve dihat dayîn, bêpar mabûn. Li bernameyên bursa perwerdeyê ya ku ji ber bidawînebûna şerê navxweyî sekinî, yeka nû zêde bû.
Saziya Guhertina Amademîk a Elmanyayê (DAAD) çend roj berê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku Wezareta Karên Derve ji bo xwendekarên zanîngehê yên Sûriyeyî, bernameyeke nû ya bursê ya ji 7,8 mîlyon euroyî vekiriye. Di çarçoveya bernameya nû ya bi navê 'Li Sûriyeyê Kadroyên Rêveber' wê ji 100 xwendekarên Sûrieyyê re bursa hîndekariya bilind û xebatên akademîk bê dayîn.
Tevî xwendekarên hînê li Sûriyeyê ne, xwendekarên Sûriyeyî yên li Elmanyayê bi awayekî penaber dijîn jî, wê karibin serî li bernameya nû bidin. Di bernameyê de wê giranî ji xwendekarên master re bê dayîn, her wiha wê cih ji xwendekarên xebata doktora dikin jî were veqetandin. Bi vî rengî DAAD wê bursên xebata perwerde û akademîk a par ji kêmî 60 xwendekaran re dabû, îsal bi du qatan zêde bike.
Di çarçoveya bernameya nû de wê xwendekarên di beşên 'rêveberiya proje ya berdewamî', 'civaka sivîl' û 'rêveberiyê' hîndekariyê dibînin, karibin bursê bigirin. Ji bo xwendekarên Sûriyeyî, serlêdana ji bo bernameya nû ya bursê serlêdan di 31'ê Cotmehê de destpê kirin.