Ji bo sondxwarina Serokkomarê Îranê, lîderên YE hatin vexwendin
Ji bo sondxwarina Serokkomarê Îranê, lîderên YE hatin vexwendin
Ji bo sondxwarina Serokkomarê Îranê, lîderên YE hatin vexwendin
Li Îranê, Hasan Rohanî yê di hilbijartinên 14'ê Hezîranê de ji bo Serokkomariyê hat hilbijartin, wê di 5'ê Tebaxê de bi merasîma sondxwarinê re bi awayekî fermî dest bi wezîfeya xwe bike. Ji bo merasîmê, ji bilî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê, gelek rayedarên payebilind ên biyanî yekemcar hatin vexwendin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Ebas Irakçî, di civîneke çapemeniyê ya îro de ragihandi ku piştî şoreşa Îranê, yekemcar ji bo merasîma sondxwarinê ya Serokkomariyê, lîderên welatên biyanî tên vexwendin.
Irakçî da xuyakirin ku ji bilî 'Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û rejîma Siyonîst' di serî de welatên cîran, gelek rayedarên payebilind ên welatên biyanî hatine vexwendin. Li ser pirseke ku Îngilîstan hatiye vexwendin an na Irakçî diyar kir ku bêyî cihêkariyê têxe nava wan, wan hemû welatên Ewropayê vexwendine.