Ji bo parastina ji balafirên bê mirov 22 pêşniyar!

Ji bo parastina ji balafirên bê mirov 22 pêşniyar!

Li Maliyê belgeyek ji aliyê rojnamevanan ve hate dîtin û tê îdîarkirin ku ya El Qaîdeyê ye. Di belgeyê de rêbazên xweparastina ji wasayitên bê mirov ên hewayî tên vegotin.

Li gorî rojnameya The Daily Telegraphê rojnamevanên Ajansa Associated Pressê li welatê Maliyê belgeyek dîtine. Di belgeya ku tê agaştin ya El Qaîdeyê ye, de 22 pêşniyarên xweparastina ji balafirên bê mirov tên vegotin.

Pêşniyara yekem: Mirov dikare niyet û mîsyona balafirên bê mirov ên hewayî bi xêra “Sky Grabber” ya Rûs a ku li bajarê bi 2595 dolarî (1961 euro) ye, hîn bizane.

Pêşniyara duwemîn: Ji bo şaşkirina van balafirên bê mirov, mirov dikare cîhazên paratîzê dikin bi kar bîne.

Pêşniyara sêyemîn: Ji bo belavkirina ronahiyê caman deynin ser banê wesayit an jî xaniyan.

Pêşniyara çaremîn: Ji bo bikarin li balafirên keşfê û wesayitên hewayî yên bê mirov bixin, divê snîperên xwedî tecrube bên bikaranîn.

Di belgeyê de ji bo xwe ji balafrên bê mirov veşêrin, rêbazên klasîktir cih digirin: “Şevê zêde li derve nemînin, li binê darên belgên wan mezin bimînin, stargehên xwezayî (şkeft, daristan) bi kar bînin, ji bo parastinê dumanê derbixin, bo mînak laîktên kefin bişewitînin....

Herî dawî, di belgeyê de tê pêşniyarkirin ku ji bo cihê rêberên koman aşkere nebin, divê bi tu awayî tu teknîkên ragihandinê neyên bikaranîn.

Hêzên DYA’yê bi hinceta li dijî El Qaîdeyê gelek êrîşên hewayî li welatên weke Pakistan û Yemenê pêk anîn. Encamên van êrîşan ji aliyê hukûmeta DYA’yê ve tê meşandin. Lê li gorî agahiyan bi sedan mirovên sivîl hatine qetilkirin.

Ji Partiya Komargir senatorê Kolîforniaya Başûr Lindsey Graham duh bi gel re hate cem hev û aşkere kir: “Me ji wana 4 hezar û 700 kes kuştin” û bal kişand ser balafirên bê mirov ên DYA’yê yên ku dibin sedema kuştina mirovên sivîl.