Ji bo nexweşê bi pençeşêra mêjî êşkence ya hûcreya yek kesî

Girtiyê PKK’yî Hayatî Kaytan ê bi pençeşêra mejî, ku bizorê ew birin GirtîgehaTîpa F’yê ya Sîncanê li hûcreya yek kesî tê hiştin û li gorî rapora Tiba Edlî û şandeya nexweşxanê nikare bi tena serê xwe bimîne, li hûcreya xwe, sere 10 deqeyan tê şiyarkirin.

Hayatî Kaytan, girtiyê PKK’yî ku cezayê miebbetê yê giran lêhatiye birin, 2003’yan, ji roja ku rejîmaSûriyê ew radestî Tirkiyê kiriye û hetanî niha li girtîgehê têhiştin. Kaytan ku dest û piyên wî kêm in, 2009’an ameliyata tûmorê ya mejî bû. Kaytan ku ji ber nexweşiyê tim rîska nobeta zerikê lê heye, Nexweşxaneya Nimûneyê ya Enqerê û SaziyaTiba Edlî ya Erziromê rapor da ku Kaytan nikare bi tena sere xwe bimîne.

Kaytan beriya bi çendekê bi darêzorê ji GirtîgehaTîpa F’yê ya  Bolûyê ew birine Girtîgeha Tîpa F’yê ya Sîncanê. Rêveberiya Girtîgehê ya Sîncanê ya Tîpa F’yê, xwest ku Kaytan têxe hûcreya yek kesî. Piştî ku îtîraz hate kirin Kaytan birin Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê, li vir 15 rojan li hûcreyeke yek kesî ma. Kaytan ji hêla şandeyê ve hate miayene kirin û piştre birin Sîncanê.

Kaytan dema ku birin girtîgehê, ew kirine hûcreyeke yek kesî e, ji nasên xwe re, di hevdîtinê de got şertên wî pir giran in. Kaytan got qerdiyan serê10 deqeyan li dêrî dixin, nahêlin ku ew raze û tim êşkenceyê lê dikin.

Xizmên Kaytan gotin li gel rapora Nexweşxana Nimûne ya Enqerê û Tiba Edlî ya Erziromê jî, ku Kaytan 60 ji 100’î astengbûyî ye, girtina wî ya li hûcreya yek kesî cinayet e.

Kaytan ku ev 15 sal in di girtîgehê de ye dest û piyên wî kêm in. Kaytan bi nexweşiya zerikê ye, ji ber sedema talokeya ku tûmora mejî dubare bibe tim çavdêriya tibî lê heye.