Ji bo mîtîng û kampanyayên Kurdî bang hate kirin

Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo mîtîng û kampanyayên zimanê dayikê ku wê li Cizîr, Wan û Amedê lidar bixin, bang kir.

Tora Ziman û Çanda Kurdî, têkildarî mîtîngên ziman ên di çarçoveya kampanyaya ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerdehî dayîn, hatibû destpêkirin de, wç 3’ê Hezîranê li Cizîrê, 4’ê Hezîranê li Wanê, 7’ê Hezîranê jî li Amedê lidar bixe, li Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê civîna çapemeniyê lidar xist. Pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî û endamên komîteya amadekar ên mîtîngê Amedê beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankartên bi zaravayên kurmancî û dimilkî yên “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hatin vekirin. 

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan, daxuyaniya ku têkildarî mîtîngan hatibû amedekirin xwend. Kan diyar kir ku kampanyaya ku di 22’ê Sibatê bi daxwaza “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê’’ dabûn destpêkirin hem online hem jî bi awayekî nivîskî berdewam dike. 

Kan, anî ziman ku ji bo berhevkirina îmzeyan weke pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî dest bi xebateke nû kirine û wiha got: “Nêzî 20 roj in bi her awayî me ev xebatên xwe temamkirine. Di vê çarçoveyê de em dixwazin li 3 bajarên Kurdan de şahiyek lidar bixin. Em ê 3’ê Hezîranê li Cizîrê, 4’ê Hezîranê li Wanê û herî dawî jî 7’ê Hezîranê jî li Amedê şahîyek lidar bixin. Em ê li qadê ji bo piştevaniya vê kampanyayê îmzeyan berhev bikin. Kesên ku li dûrî van bajaran bin dikarin bi awayek onlîne jî vê kampanyayê li ser malpera ‘change.org’ îmze bikin. Ji bo mîtîngan li her sê bajaran serlêdan li Walitiyan hatin kirin lê hêj bersiv nehatine dayîn.”

BANG

Kan destnîşan kir ku Kurd bi 9 partiyên xwe û bi hemû sazî û dezgehên xwe ve piştgiriya vê kampanyayê dikin û wiha berdewam kir: “Kurdan yekîtiya xwe li ser ziman avakirine. Her çiqas asteng çêbin jî wê Kurd bi mîlyonan îmzeyên xwe berhev bikin û paşê serî li hemû sazî û dezgehên Tirkiyê û cîhanê bidin. Ziman mafekî rewa ye û xeta sor a Kurdan e. Di vê çarçoveyê de sibê li Cizîrê, du sibe li Wanê û roja duşemê jî li Amedê em ê bi diruşma “Bila Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehîyê’’ mîtîngan lidar bixin. Hemû gelê xwe vedixwînin mîtîngan.” Kan, daxuyakirin ku heke Walitî ji bo mîtîngan bersiveke neyînî bidin wê meşan lidar bixin. 

Serokê Komîteya Amadekar a Amedê Hazim Bozkûrt jî diyar kir ku têkildarî pankartên mîtîngê serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dane lê tu bersiv negirtine.