Ji bo Hugo Chavez rehetî tune

Ji bo Hugo Chavez rehetî tune

Nîqaşên li ser rewşa tendurisityê ya Serokdewletê Venezuelayê Hugo Chavez ê ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye berdewam dikin. Piştî Alîkarê Serokdewlet Nicolas Maduro, Wezîrê Derve jî agahiyên spekulasyon ên li ser tenduristiya Chavez derewand.

Serokwedewletê Venezuelayê Hugo Chavez bo cara çarem li Kubayê hate emetiyatkirin. Piştî ku vegeriya welatê xwe nîqaşên li ser tenduristiya wî dest pê kirin. Hin çapameniya muxalîf û beşek jî ji ya neteweyî, tevî çapemeniya biyanî dibêjin ku dê Chavez bimire, ev îdîa jî ji aliyê hukûmeta Venezuelayê ve tên derewandin.

Roja înê, Alîkarê Serokdewlet Nicolas Maduro diyar kir ku emeliyata çaremîn a Chavez jî baş derbas bûye û niha tedawiya kemo-terapî dibîne. Maduro diyar kir ku rewşa Chavez baş e û laşê wî jî dermanên pêwîst qebûl dike. Madûro nûçeyên derbarê mirina Chavez de jî weke “hewldanên xirabkirina aramiya welêt” bi nav kir.

WEZÎRÊ DERVE: REHET BIHÊLIN DA BAŞ BIBE

Wezîrê Derve yê Venezuelayê Elias Jaua jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ji ber nûçeyan muxalefetê tawanbar kir. Her wiha xwest ku ji bo dermankirina Chavez bi ser bikeve divê dawî li van nûçeyên bi vî awayî bînin. Wezîrê Derve got: “Ji bo Chavez baş bibe, wî rehet bihêlin.”

Beriya niha rojnameya ABC ya Spanî û radyoya Caracol ya Kolombiyayê gotibûn ku Chavez ji bo rojên xwe yên dawiyê bijî anîne koçika Serokdewletiyê. Hukûmeta Venezuellayê jî nerazîbûneke tund nîşanî vê van nûçeyan dabû.

MIROVÊ KU CÎHANÊ NEKARIYE WÎ BIKUJE: CHAVEZ

Hugo Chavezê 58 salî, di roja îro de li cîhanê yek ji rêberên herî zêde li ser wî tê axaftin e. Hugo Chavez ji malbateke xwecih ya Amerîkaya Latîn e û rayên wî digihin Cihû û Efrîkayiyan jî. Malbata wî tevlî gelek serhildanan bûye. Chavez ku Akademiya Zanîstên Leşkerî ya Venezuelayê qedand, ji nêrînên Chavez, Simon Bolivar, Salvador Allende, Fidel Castro û Che Guevara, bandor bûye.

Chavez 1992’yê tevlî derbeyek li dijî Serokdewletê wê demê Carlos Andres Perez bû û bi awayeke birîndar hate girtin. Sala 1994  ji aliyê Serokdewlet Rafael Caldera ve hate efûkirin.

Chaves piştre girîngî dide xebatên siyasî  û partiya bi navê Tevgera Komara Pêncemîn ava kir. Sala 1998’ê bi wergirtina ji sedî 56’ê dengan bû serokdewlet û sala 2000 careke din hate hilbijartin. Sala 2002 ji ber derbeya artêşê 2 rojan ji peywirê hate girtin. Gel li dijî derbeyê daket qadan, ji ber wê jî careke din peywira wî careke din lê hate vegerandin. Hugo Chavez di hilbijartinên 2006 û 2012 de careke din bi ser ket.

Chavez her çendî ne bi temamî be jî, lê her tim dibêje  ku ew nêrînên sosyalîst diecibîne. Her wiha bi polîtkayên xwe yên reformên axê, handana ji bo kargehên biçûk, vekirina qadên nû yên di sektora gelemperiyê de, berfirehkirina xizmetên perwerdeyê, belavkirina krîterên berfireh ên gel, alîkariyên civakî yên ji bo kedkar û astengdaran balê dikişîne ser xwe. Rêjeya hejariyê ya ku li Venezuelayê ji sedî 50 bû, di serdema Chavez de daket ji sedî 20. Deynên welatê xwe yê ji sedî 30 jî daxist ji sedî 10.

Chavez herî zêde têkiliyên xwe bi welatên rêveberiya wan çep-sosyalîst ên weke Kuba, Bolîvya û Brezîlyayê re xurt dike û bi sekna xwe ya li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî tê nasîn.