‘Ji ber nasnameya xwe ya siyasî li pêşberî we me’
‘Ji ber nasnameya xwe ya siyasî li pêşberî we me’
‘Ji ber nasnameya xwe ya siyasî li pêşberî we me’
7'emîn rûniştina Doza Sereke ya "KCK" ya Stenbolê bi parastina siyasetmedara kurd a girtî Çîçek Ariç berdewam kir. Ariç got, "Ev doz hûn red bikin jî dozeke siyasî ye. Di parastinên hevalên me de ev her roj careke din aşkera dibe."
7'emîn rûniştina Doza Esasî ya KCK'ê ya Stenbolê ku 94 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd û aktîvîstên mafê mirovan tên darizandin li Dadgeha 15'emîn a Cezayê Giran a Stenbolê berdewam dike. Di rûniştina piştî nîvro ya dozê de piştî îfadeya rêveberê Rêxistina Bajêr a Stenbolê Nazim Asîguzel Seroka Rêxistina Sancaktepe ya BDP'ê Çîçek Ariç parastina xwe kir. Ariç di parastina xwe de got, "Ev doz hûn red bikin jî dozeke siyasî ye. Di parastinên hevalên me de ev her roj careke din aşkera dibe."
Ariç, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tevayî xebatên BDP'ê yên legal û qanûnî di îdîanameyê de îllegal hatine nîşandan û wiha berdewam kir, "Ez îro ji ber nasnameya xwe ya siyasî li pêşberî we me. Rêbaza totalîter a zextdar a dewletê, li hemberî kurdan, jinan û demokratan bi kar anî li hember nasnameya min a jin rolekî girîng lîst. Lewma ez îro li vir im."
Doz berdewam dike.