Ji ber azadiya xwe xelat red kir

Ji ber azadiya xwe xelat red kir

Li Fransayê xîzkerê navdar yê Fransî Jacques Tardî ku hêjayî xelata nîşana dewletê Legion D'honneur'a (Nîşana Rûmetê) hate dîtin, got “Ez dixwazim weke mirovek azad bimînim” û xelat qebûl nekir.

Tardî got, wî di çapemeniyê de hînbû ku, xelat dane wî û şaş maye. Tardî diyarkir ku, ew çi xelat û taltîfan naxwaze. Tardî got; “Li şûna ez bibim mirovekî ku hinek hêz min dîl bigirin, ez dixwazim weke mirovek azad bimînim. Ez ti tiştekê naxwazim. Min qet nexwest.” Xelata ku xîzker redkirî beriya vê kesayetên weke Louis Aragon, Albert Camus, Claude Monet, Hector Berlioz, Jean-Paul Sartre û Simone de Beauvoir jî redkiribûn.

Li aliyê din li gorî anketa rojnameya Le Parisienê kirî ji sedê 92’ê tevlî anketê bûyîn aşkera kirin ku, ew matmayî nemane ku hinek nivîskaran nîşana dewletê redkirine. Xelata Legion d'honneur di sala 1802’an de ji aliyê Napoleon Bonaparte ve hatibû îmzekirin û bi zagonekê hatibû pêkanîn.