Ji Artêşa Azad îdiaya ‘Esad birîndar bû’
Ji Artêşa Azad îdiaya ‘Esad birîndar bû’
Ji Artêşa Azad îdiaya ‘Esad birîndar bû’
Artêşa Sûriyeya Azad ku Tirkiye û welatên Rojava (Ewropa) piştgiriya wê dikin, îdia kir ku dema Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar Esad diçû nimêja cejnê li dijî karwana wî êrîş çêbûye û birîndar bûye.
Serokê Konseya Leşkerî ya li Derayê ya Artêşa Azad Serheng (Albay) Ehmed Fehd En-Nîme îdia kir ku, “Esad di encama operasyona ku qehremanên Artêşa Azad li Şamê kirin de birîndar bûye. Ew dîmenên ku di televîzyona fermî de hatin belavkirin jî dîmenên kevnin.”
Muxalifan îdiakiribû ku, duh dema ku Esad ji bo nimêja cejnê diçû Mizgefta Enes Bîn Malik li dijî karwana wî êrîşa hewana pêkanîne.
Rayedarên Sûriyeyê jî ev îdia derewandibûn û dîmenên Esad ên ku hate gotin di nimêja cejnê de hatine girtin, di televîzyona dewletê de belav kiribûn.