Ji 13 saliya xwe ve karê wênesaziyê dike

Wênesaz Ala Amoka ku ji temenê 13 saliyê dest bi wênesaziyê kir daxwaza wê ew e ku bi hemû jin di huner û wênesaziyê de pêşengiyê civakê bikin.

Huner û afrînerî, temenê mirov nas nakin. Temen çi dibe bila bibe xwe berdide ser dil, mejî û hestên mirovan û dikeve nav kûrahiya jiyan û hestên wê/wî. Hunera wênesaziyê wek hemû hunerên din e ku her kes dikare hest û rastiya xwe bi awayek hunerî bîne ser ziman. Bi sedan kesên wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Yek ji van ciwanên jin Ala Amoka ye.

Ala Amoka ku 17 salî ye, ji bajarê Qamişlo ye. Di heman demê de cihê xwe di nav Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn di beşa wênesaziyê de digire. Ala Amoka ji wênesaziyê pir hez dike û roj bi roj dixwaze pêş bikeve.

DI 13 SALIYA XWE DE TEVLÎ HÎLALA ZÊRÎN BÛ

Ala Amoka da zanîn ku di destpêka fêrbûyînê ew bi gelek zehmetiyan re rû bi maye û wiha axivî: “Min ji zarokatiya xwe ve gelek ji wênesaziyê hez dikir. Tim wênesazî ji bo min xeyalek bû min qet bawer nedikir ez ê ewqasî di wênesaziyê de pêş bikevim. Destpêka min dest bi xêzkirina wêneyan kir bi pênûszirêç bû. Her demê dîmenê ku min dixwest wek wê çêbikim bi min re çênedibûn ev jî bi min re acizî çêdikir.

Ez ji 13 saliya xwe de tevlî komên Hîlala Zêrîn bûm. Ji xwe Hîlala Zêrîn tenê ji bo hunera jinan e û di milê çand û hunerê de piştgiriya jinan dike. Rastî pêşketinek mezin di milê hunera wênesaziyê de bi min re ava bû. Ji ber ku mamosteyên min ên Tevgera Hîlala Zêrîn min re eleqeder dibûn ku hîn bêhtir fêr bibim. Malbata min jî gelek piştgiriya min kir. Bi taybet dayika min her dem keyfweşî nêz dibû da ku ez pêş bikevim. Niha jî ez bi pênûsên rengê zeytî wêneyan xêz dikim.”

DI ŞOREŞA ROJAVA DE RENGÊ JINÊ

Wênesaz Ala Amoka diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re jin gavên ber bi azadiyê ve avêtin û wiha pêde çû: “Di demên berê de mafê jin di her warê jiyanê de hatibû binpêkirin. Ji ber pergala heyî jin nikarî xwe pêş bixe. Lê piştî Şoreşa Rojava jin di her qadên jiyanê de bû sitûna sereke, bingeha jiyan û civakê. Bi taybet bi Hîlala Zêrîn a ku bi hunera jin re bû hêz û hişt di her qadên hunerî de jin cihê xwe bigire pêşketineke mezin da afirandin.”

‘JIN HEBÛNA SEREKE YA CÎHANÊ YE’

Ala Amoka di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwe di her warî de pêş bixin û wiha bi dawî kir: “Bila hemû jin xwedî li çand û hunera xwe derkevin. Jin hebûneke sereke ya vê cîhanê ye. Ji bo wê jî divê jin di her qadên jiyanê de bibe pêşeng. Ez bi hêvî me ku her jin xwe di pîşeyekê de pêş bixe û xwe ji bo tevahî cîhanê bike nimûneyek jiyanî.”