Îsraîl û Fîlîstîn wê ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bikin
Îsraîl û Fîlîstîn wê ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bikin
Îsraîl û Fîlîstîn wê ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bikin
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) da xuyakirin ku ji bo di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de danûstandinên aştiyê ji nû ve destpê bikin, aliyan li hev kirine.
Kerry ku li dû hevdîtinên aştiyê yên li Fîlîstînê vegeriya Urdunê, li balafirgeha paytext Ammanê dauxyanî da.
Kerry der heqê detayên peymanê de agahî neda û got, "Ji bo hevdîtinên aştiyê ji nû ve destpê bikin, em bi herdu aliyan re li hev kirine. Lê belê pêvajoya fermîbûna peymanê hînê dewam dike."
Kerry diyar kir ku di çarçoveya xebatên danûstandinên aştiyê de, dibe ku ew careke din bê Urdunê.
Lîderên Fîlîstînê bi serokatiya Mehmûd Abbas duh êvarê hatibûn cem hev û biryar dabûn ku heta dewleta Fîlîstînê ya serbixwe li ser bingeha sînorên 1967'an bê avakirin û çêkirina waregehên cihûyan bi temamî werin rawestandin, danûstandin werin taloqkirin.
Danûstandinên aştiyê yên navbera Îsraîl û Fîlîstînê, bi redkirina daxwaza rawestandin çêkirina waregehên Cihûyan a ji aliyê Îsraîlê ve, di Cotmeha sala 2010'an de hatibûn rawestandin.