Îsraîl amadekariyên protestokirina Swêdê dike
Îsraîl amadekariyên protestokirina Swêdê dike
Îsraîl amadekariyên protestokirina Swêdê dike
Piştî ku di bernameya hikûmeta nû ya ji Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat û Hawirdorparêzan hat aşkerakirin ku wê Swêd Fîlîstînê weke dewletekê nas bike, rayedarên Îsraîlî aciz bûne û li ser vê yekê wê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bang li Sefîrê Bilind ê Swêdê yê li Îsraîlê bike û vê helwesta Swêdê protesto bike.
Di nûçeyeke li malpera rojnameya înternetê Dagens Nyheter a li Swêdê rojane tê weşandin ragihand ku nûçegihanê DYA'yî Chemi Shalev ê rojnameya Îsraîlê Haaretzê ji ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye ku Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Lîeberman wê ji bo şermezarkirina naskirina dewleta Fîlîstînê ji aliyê Stockholmê ve, bang li Sefîrê Bilind ê Swêdê bike."
Sefîrê Bilind ê Swêdê yê li Îsraîlê Carl Magnus Nasser dibêje ku heta êvara Şemiyê ji rayedarên Îsraîlê, der barê mijarê de ti daxwaza hevdîtinê nehatiye kirin. Nasser diyar kir ku mijar di rojnameyên Îsraîlê de cih girtiye û ji ber Cejna Sabbatê sefaretxane girtî ye û got, "Em ê sibê (roja Yekşemê) rewşê hîn bibin."
Lîderê Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat û Serokwezîrê nû yê Swêdê Stevan Löfven di axaftina xwe ya roja Înê li parlamentê de diyar kir ku Swêd wê li cîhanê bibe dengekî bilind ê azadiyan, aştî, mafên mirovan û piştevaniyê diparêze. Löfven dabû xuyakirin ku pirsgirêka di navbera Îsraîl-Fîlîstînê ancax bi formula ji du dewletan bê çareserkirin û aşkera kiribû ku ji ber vê yekê Swêd wê Filistînê nas bike.