Iraq veguherî gola xwînê: 70 mirî
Iraq veguherî gola xwînê: 70 mirî
Iraq veguherî gola xwînê: 70 mirî
Li herêmên bakur û navenda Iraqê, di encama rêze-êrişan de herî kêm 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Cudayda El-Şat ê eyaleta Diyalayê ku piraniya şêniyên wê Şîa ye, du wesaîtên bombebarkirî û çalakgerekî întiharî xwe li navendeke bazarê teqandin û di encamê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Mûsilê jî li dijî nuqteyên kontrolê êrişên bi maşînên bombebarkirî hatin kirin û di encamê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.
L bajarê Tacî yê li bakurê Bexdayê jî li navendeke bazarê êrişek pêk hat û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di êrişên li Kerkûk, Tikrît û Tozxormatoyê jî, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.