Îranê bi hinceta 'sîxurin' du kes darve kir
Îranê bi hinceta 'sîxurin' du kes darve kir
Îranê bi hinceta 'sîxurin' du kes darve kir
Rejîma Îranê, bi hinceta ku ji servîsên sîxuriyê yên biyanî re dixebitin, îro danê sibê du kes darve kir.
Li gorî nûçeya Mehr a dispêre Serdozgeriya Tehranê, kesê bi navê Mûhammed Haydarî li derveyî welat bi sîxurên MOSSAD'ê re têkilî daniye, dokûmanên veşartî û ewlekariyê bi wan re parve kiriye û ji ber vî guhenî hatiye mehkûmkirin. Mehkûmê din ê bi navê Kuroş Ahmedî jî bi tewambariya ku bi CIA re têkilî daniye û agahiyên der heqê welatê xwe de bi wan re parvekiriye, dihat sûcdarkirin.
Îran li dû Çînê welatê duyemîne ku herî zêde lê darvekirin çê dibin. Her meh bi dehan kes li vî welatî tên darvekirin. Di 8'ê Gulanê de li girtîgeha Kezel Hessar a li taxa Kerec a Tehranê, 11 kes bi awayekî komî hatibûn darvekirin. Di 9'ê Gulanê de jî li bakur rojhilatê welêt li Şahrûd 3 kes hatibûn darvekirin, li girtîgeha Semnan a rojhilatê Tehranê jî kesek hatibû darvekirin.