Îran Serokkomarê xwe yê nû hildibijêre
Îran Serokkomarê xwe yê nû hildibijêre
Îran Serokkomarê xwe yê nû hildibijêre
Bi milyonan Îranî, ji bo Serokkomarê xwe yê nû hilbijêrê îro çûn ser sindoqan û dengê xwe bikar tînin.
Piştî dema 8 salan a wezîfeyê ya Serokkomarê heyî Mahmûd Ehmedînecad temam bû, Îranî îro Serokkomarê xwe yê hildibijêrin.
Sindoqê hilbijartinê, li gorî dema herêmê saet di 06.30'an de vebû û wê saet di 16.30'an de bê girtin.
Nêzî 50 milyon hilbijêrên qeyidkirî yên Îranê, wê îro tevahiya rojê ji bo Serokkomarê xwe yê nû dengê xwe bikar bînin.
Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê 680 kesan serlêdana namzetiyê kirin û ji nav van 8 namzet hatin qebûlkirin. Lê belê ji van namzetan jî Serokê berê yê parlamentê Gulam Elî Haddad û dîplomat Mûhammed Riza Arîf, dûre namzetiya xwe vekişandibûn.
Şeş namzetên heyî jî, weke muxafazakar tên zanîn. Lê belê yek ji namzetan serkêşê muzakereyên nukleerî yê berê Hasan Ruhanî, di rojên dawî de bi peyamên xwe yên nerm ê ji bo reformxwazan ket rojevê.
Her pênc namzetên din jî bi nêzîkbûna xwe ji lîderê olî Ayettûllah Elî Hamaney tên naskirin.
Hêjayî gotinê ye, di hilbijartinên serdema duyemîn a Ehmedînecad a sala 2009'an de bi îddîaya şik û guman heye çalakiyên şermezarkirinê derketibûn û di encamê de bi dehan çalakgeran jiyana xwe ji dest dabûn, gelek mûxalîf ji êşkencê hatibûn derbaskirin û hin xwepêşandar jî hatibûn darvekirin.