Îran: Îsraîl ji ber êrîşa Sûriyeyê dê poşman bibe

Îran: Îsraîl ji ber êrîşa Sûriyeyê dê poşman bibe

Rayedarekî payebilind yê Îranê, di dema serdana xwe ya Şamê de daxuyand ku Îsraîl ji ber êrîşa ya li hemberî Sûriyeyê dê poşman bibe.

 Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê Seîd Celîlî got; “Îsraîl ji ber êrîşên xwe yên li hemberî Sûriyeyê, dê weke şerên 33 roj, 22 roj û 8 rojan poşman bibe.’ Celîlî bi van îfadeyan  xwe bi awayekî aşkere şerê di 2006’an de li Libnanê bi Hîzbulahê re pêk hat,  şerê di navbera kanûna 2008’an û çileyê 2009’an û Xeta Xezeyê ya 2012’an îfade kir.

 Celîlî destnîşan kir ku Sûriye li hemberî siyonîzmê qerekola pêşe û diyar kir ku Îrana ku serokatiya koma Negirêdayînan dê li dijî dijiminên siyonîst ji bo piştgiriyê bide Sûriyeyê dê hemû têkiliyên xwe ava bike.

Ji roja şemiyê heta niha Celîlî li Şamê din ava hevdîtinan de ye. Celîlî îdia kir ku  cîhana îslamê li dijî Îsraîlê ji bo parastina berxwedanê bûye yek.

Artêşa Îsraîlê di 30’ê çile de li Sûriyeyê di êrîşa hewayî ya ku pêk anî de fuze û kompleksek leşkerî ya nêzî Şamê hedef girt.  Li gorî rayederekekî Amerîkayî, dewleta Îsrailê, ji ber fikra transfera çekan ji bo tevgera Hîzbullahê ya Libnanê ev êrîş pêk aniye.

Rayedarên Sûriyeyê  diyar kiribû ku êrîşa hewayî ya Israîlê li navenda lêkolînê ya leşkeran  ya nêzî Şamê xistibû.