Înstîtûta Kurdî: Ziman zindî ye; divê li her qadê bê bikaranîn

Înstîtûta Kurdî ya li Elmanyayê got, "Dema ku ziman ji jiyana rojane û ji çandê, nivîsê û ji qadên zanistiyê derbikeve, mehkûmê mirinê dibe" û bang li her kesî kir ku li her qada jiyanê zimanê xwe yê dayikê bi kar bînin.

Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist a li Elmanyayê, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên bindest ên cîhanê, bi taybetî li gelên Kurdistanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxist, ku her netewe bi zimanê xwe yê dayikê tê naskirin û hat destnîşankirin, ziman kesayetiya civakî ya mirovan dafirîne. Înstîtûta Kurdî got, "Ji bo neteweyek karibe hebûna xwe bidomîne, divê zimanê xwe yê dayikê biparêze û li hemû qadên jiyanê bi kar bîne.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li gorî raporeke UNESCO'yê li cîhanê nêzîkî 6 000 ziman hene. Di vê sedsala heyî de, ji van zimanan nêzikî 2 500, li Tirkiyeyê jî 18 ziman ber bi windabûnê ve diçin. Ji wan zimanan yek jî zaravaya Kirmancî ango Zazakî yê Kurdî ye."

Înstîtûta Kurdî da xuyakirin, ku windabûna zimanan, windabûna çand, civak, gel û netewan e û wiha dewam kir: "Ziman û  netewe bi hev ve girêdayî ne û hebûn û tinebûna hevdu ne. Mirov çiqas zimanê xwe biparêzin, ewqas jî hebûna xwe diparêze. Em çiqas rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe, ewqas jî didin xwe û neteweya xwe. Dema ku ziman ji jiyana rojane û ji çandê, nivîsê û ji qadên zanistîyê derbikeve, mehkûmê mirinê dibe. Ziman zindî ye, bi jiyana civakan re diherike û dimeşe. Zindîtiya zimanê me tenê dikare bi 'axaftin, nivîsandin û jiyaneke Kurdewarî' were berdewamkirin. Di parastin û dewlemendkirina zimanê me de çi were ser milê kê, divê ew vê erka xwe ya neteweyê bîne cih û hemû kes, dezgeh û sazî, xebat û xîretên xwe bi her awayî îhmal nekin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser gefa înkar û bişavtinê li ser zimanê Kurdî û hat gotin, "Ji bo zimanê me li ser xwe û zindî bimîne, pêwist e ku em hemû Kurd, di mal û malbatên xwe de, di sazî û dezgehan de, di danûstandin û bazaran de bi xwezayî kurdî bi kar bînin. Kurdî zimanekî tewangbar, herikbar, bi rêzik û qeydeyên taybet û dewlemend e. Ji ber vê yekê li ser xwe maye û wenda nebûye. Me ji dapîr û babîrên xwe, ji dê û bavên xwe emanet girtî ye. Ev emanetê ku ewqas dewlemend û rengîn, me çawa ji dê û dapîran, ji bav û kalan girtiye, divê em ê bi wî awayî, bi alav û derfetên rojane teslîmî pêşerojê bikin.
 
Civakên ku zimanê xwe neparêzin û rûmetê nedin zimanê xwe, di bin bandora ziman, çand û hunerên din de dimînin û ji çand, huner û zimanên xwe û ji xwe dûr û biyanî dikevin. Kesên ku ji zimanê xwe dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûn, kesayetî û nasnameya xwe jî dûr dikeve. Ji ber wê yekê bikaranîna ziman, hebûn û tinebûna netewan e û xerca yekîtîyê ye.

Li ku derê dibe bila bibe, perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo mirov mafeke herî bingehîn e. Ziman ji bo mirovahiyê pêmayiyeke hevbeş e, divê em li vê pêmayiyê xwedî derkevin û wê biparêzin."