IKEA li Brezîlyayê kesan wek koleyan bi kar tîne

IKEA li Brezîlyayê kesan wek koleyan bi kar tîne

Lijneya bi navê Danwatch, IKEA bi sûcdariya ku li Brezîlayayê karkerên di hilberîna çerm de dixebitin, wek koleyên modern dixebitîne, sûcdar dike.

Danwatch li Brezîlayayê lêkolînan dike û hate diyar kirin ku fîrmayên taşeron yên di bin tekelên mobîlyayê de dibin ku  IKEA  jî din ava wan de ji bo lêçûna hilberînê kêm bike, welatiyên xizan yên Brezîlyayê di şert û mercên dij mirovahî de didin xebitandin û beyîn ku van şertan baş bikin, kesan wek koleyan didin xebitandin.

Redaktorê Danwatch Peter Bengsten ku li Brezîlayayê lêkolîn kir û  ji rojnamegeraya Extra Badet ya li Danîmarkayê tê weşandin re axivî û diyar kir ku karkerên di çêkirina çerm de û serjêkirin û lênerîna sewalan de dixebitin, ji vexwarineke paqij bê par in û bi birçî dixebitin û her wiha heqdestê wan nayê dayîn. Bengsten diyar kir ku  rupuş û cil û bergên kar nadin karkeran û karker neçar dibînin ku di nava madeyên kîmyewî de bixebitin.  Bengsten got IKEA û şîrketên ji wê re hilberînê dikin kesan wek koleyên modern didin xebitandin.

Besngsten got IKEA û tekelên din yên mobîlyayê ligel ku peymana ji bo ewlehiya karkeran îmze kiriye jî, kontrola pêkanîna peymanê nakin û got: “karkerên îtîrazê şert û mercên xebatên dikin jî rastî şîdet û tehdîtê tê.

DIVÊ HEMÛ CÎHAN BIZANE

Rojnameya Avisen jî diyar ku kesê bi navê Moraes Ferreîra yê 27 salî ku li çewlîka sewalan dixebitî du meh berê reviyaye. Gotubejeke bi Ferreîra re wiha ye: “Divê hemû cîhan bi wan bizane.  Ez hatim xapandin. Ji min re gotin dê pereyekê zêde bê dayîn. Ez kîlometreyan ji mala xwe dûr dixebitim.  Em di konan de li erdê radizan. Tuwalet tune bû. Me bi şev neçîra sewalan dikir, wisa me xwe têr dikir. Ava me vedixwar ne paqij bû. Rojekê min xwe amade kir û min got ez diçim. Şef û hinek kesan ez girêdam û 10 saetan li min dan. Piştî çend hefteyan şûnde ez reviyam.”