Hûsson: Jin, jiyan, azadî nîşaneya felsefeya Ocalan e

Fîlmê Keçên Rojê ku qala berxwedana jinên Kurd dike li Cenevreyê hate nîşandan. Eleqeyek mezin ji bo fîlm hate nîşandan û derhêner Hûsson wiha got; “Dirûşmeya jin, jiyan, azadî nîşaneya têkoşîna hevpar û azadiya jinên cîhanê dide nîşandan.”

Fîlmê Les Fîlles du Soleil (Keçên Rojê) di 24’emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Cenevre hate nîşandan ku qala berxwedana li Şengal û Rojava ya jinên Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dike. Derhênera wê jî wê Eva Hûsson a Fransiz e.

24’emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Cenevre 2’ê Mijdarê dest pê kir. Roja Şemiyê li sînemaya Empîr Fîlmê Keçên Rojê hate nîşandan û temaşevenan eleqeyek mezin nîşanî fîlm dan. Piştî fîlm bi dawî bû li salonê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.

‘MIN XWEST BERXWEDANÊ RABIGIHÎNIM’

Dêrhênera fîlm Eva Hûssan piştî nîşandana fîlm bi temaşevanan re rûnişt û pirsên temaşevanan bersivand. Hûssan got; “Ji bo ragihandina berxwedana jinên Kurd ji bo cîhanê min ev fîlm kişand. Beşdariya jinên Kurd ji bo têkoşînê gelekî mezin e.”

‘NÎŞANEYA FELSEFEYA JINÊN KURD Û OCALAN E’

Hûsson got fîlm qala doza Kurd nake lê qala têkoşîna jinên Kurd dike û wiha domand; “Dirûşmeya jin, jiyan, azadî ya ku bûye nîşaneya jinên Kurd ne tenê sembola jinên Kurd e, nîşaneya têkoşîna hevpar û azadiya jinên cîhanê ye. Dirûşme di heman demê de sembola felsefeya Ocalan û YPJ’ê ye ya ku dixwaze civakekê ava bike.”

Hûsson herî dawî diyar kir ku yek ji armancên kişandina fîlm vegotina rastiyan e, yên ku hatine jiyîn.