Hunermendên Silêmanî piştevaniya xwe ya ji bo Şêladizê anî ziman

Nerazîbûn û çalakiyên xelkê Başûrê Kurdistanê ya li ber dagirkeriya Tirk bê navber dewam e. Komek hunermendên Silêmanî bi çalakiyekê dewleta Tirk şermezar kir û piştevaniya xwe ya bi xelkê Şêladizê re anî ziman.

Komek hunermendên bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagiker derketin û êrîş şermezar kirin. Di çalakiyê de hunermendan piştevaniya xwe ya ji bo xelkê Şêladizê jî anî ziman û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Li ser navê hunermendan Tara Mihemed daxuyanî xwend û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bi dehan sal e li ser xaka Başûrê Kurdistanê. Mihemed anî ziman ku Tirkiye dixwaza xaka başûr dagir bike. Her wiha Hunermend Tara Mihemed anî ziman ku Tirkiye ne tenê bi rêya leşkerî dixwaze Başûrê Kurdistanê belkû bi rêya çand û hunerê jî dixwaze herêmê dagir bike.

Di dewama daxuyaniyê de Mihemed piştevaniya xwe ya ji bo xelkê Şêladizê anî ziman û helwesta Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê pîroz kir. Mihemed herî dawî got ku daxwazên Şêladizê daxwazên wan e.