Hunermendên Kurd nerazîbûn nîşanî hikumeta Elmanyayê dan

Nivîskar û hunermendên Kurd nerazîbûn nîşanî  serdegirtina Weşanên Mezopotamyayê û Mîr Multimedia dan û got, “Em ê li ber xwe bidin.”

Hunermend û nivîskarên Kurd ji ANF’ê re axivîn û serdegirtina Weşanên Mezopotamyayê û Mîr Multimedia ya li bajarê Neussê şermezar kirin ya ku ji aliyê polîsên Elmanyayê hatibû kirin.

‘EM Ê TESLÎM NEBIN’

Hunermend Xelîl Xemgîn diyar kir ku Mîr Multimedia bi keda hunermendên Kurd hatiye avakirin û got, “Em hunermendên Kurd, em 35 sal in li vê saziyê dixebitin. Pirtûk û CD’yên me birin. Li Efrînê çete tên mirîşkên me didizin. Li Elmanyayê jî heman tişt tê kirin. Em vî tiştî qebûl nakin, em ê teslîm nebin.”

‘EV DAGIRKERÎ YE’

Hunermend Denîz Deman jî diyar kir ku ev serdegirtin dagirkerî ye û got, “Saziyên me bi polîtîkayên Elmanyayê hatiye dagirkirin. Em vê polîtîkayê şermezar û protesto dikin.”

‘DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVE’

Hozan Kawa jî got, “Em bi rêya Mîr Muzîkê dengê xwe digihînin gelê xwe. Ev sazî li gorî zagonên Elmanyayê ne lê ev serdegirtin derveyî hiqûqê ye. Em bang li gelê xwe dikin ku bila xwedî çanda xwe derkevin.”

‘JI BO EWRÛPAYÊ ŞERM E’

Endamê Koma Berxwedan Serdar Azad jî got ku, “Ev serdegirtin ji bo Ewrûpayê şerm e. Ev pirtûk û CD xizmetê ji çanda Kurdan re dike. Em vê serdegirtinê şermezar dikin.”

‘DIVÊ HUNERMENDÊN KURD DOZÊ LI DEWLETA ELMANYAYÊ VEKIN’

Hunermend Şeyda Rojhilatî jî bang li hunermendên Kurd kir ku bila dozê li dewleta Elmanyayê vekin û got, “Elmanya diyar dike ku ew dewleteke demokratîk e, lê em bi van pêkutiyan dibînin ku antî-demokratîk e. Mîr Muzîk li temamiya cîhanê tê naskirin û nasnameya hemû hunermendên Kurd e. Divê hemû hunermendên Kurd li hemberî van zextan dengê xwe bilind bikin. Di heman demê de divê hunermendên Kurd dozê li Elmanyayê vekin.”

‘LI PIŞT WÊ DEWLETA TIRK HEYE’

Nivîskar Kakşar Oremar jî nerazîbûna xwe wisa nîşan da “Li vê derê dest danîne ser pirtûk û CD’yan. Lê bi hezaran kes van pirtûkan dixwînin û guhdarê van CD’yan heye. Ev ne biryareke zagonî ye. Li pişt vê biryarê dewleta Tirkiyeyê heye. Ev serdegirtin ji bo demokrasiya Ewrûpayê ya sedsala 21’emîn şermeke mezin e.”