BI DÎMEN

Hunermendên Kerkûkê avahiya xwe dixwazin

Hunermend û nivîskarên Kerkûkê, li dij derketin ku avahiya wan a çand û hunerê ev 5 sal in vala tê hiştin û biryar dan, heta ku deriyê avahiyê li wan bê vekirin her roja Şemiyê çalakiyan lidar bixin.

Avahiya çand û hunerê ya li bajêr, bi biryara lîderê YNK'ê Celal Talabanî hatibû çêkirin. Tevî ku avahî 5 sal in vala ye, rêveberiya herêmê deriyê wê li karê çand û hunerê venake.

Hunermend li ber avahiya ku li ser rêya Silêmaniyeyê li hev civiyan û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, heta ku deriyê avahiyê li wan bê vekirin, ew ê her roja Şemiyê li ber avahiyê çalakiyê lidar bixin.

Hunermend Nejat Necîm got, "Em nizanin bê çima vala tê hiştin. Ji bo karê me yê çand û hunerê, pêwîstiya me bi vê avahiyê heye. Em ji rayedaran dixwazin ku vê avahiyê derhal radestî xwediyê wê bikin."

Şanoger Huner Şewqî jî diyar kir, partiyên siyasî car varna vê avahiyê ji bo karên xwe yên partiyê bi kar tînin û got, "Halbûkî, mîna ku li ser nivîsî ye divê ji bo karê çand û hunerê lê bê meşandin. Tevî ku zûdeyî hatiye çêkirin, hê karê divê lê bê meşandin, nehatiye meşandin."

Ji nivîskarên Kerkûkê Eswed Faîk jî bi heman rengî nerazîbûn nîşan da û got, "Waliyê Kerkûkê û rayedarên îdarî ji vê rewşê berpirsyar in. Divê ev agahî êdî ji bo armanca xwe ya rasteqîn bê bikaranîn. Naxwe em ê her roja Şemiyê li vir li hev bicivin û çalakiyên protestoyî lidar bixin. Em ê helbestan bixwînin, bistirên û bi skeçên xwe rewşê protesto bikin. Heta ku avahî radestî xwediyê rastî bê kirin, çalakiyên me wê bidomin."