Hunermendan bi pêşangeheke şêwekariyê piştgirî dan Rojava

Saziya Nûwêger bi pêşangekeke şêwekariyê ya li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, dahata pêşangehê ji bo Rojavayê Kurdistanê dişînin.

Rêxistina Nûger pêşangeheke şêwekariyê kir ku hemû berhemên wê êşên Rojava nîşan didin. Çend hunermendan bi tebloyên xwe yên balkêş tevlî wê pêşangehê kirine. Pêşangehe wê du rojan bidome.

Rêveberê pêşangehê Rûbar Ehmed derbarê girîngiya pêşandanên bi wê rengî ji ajansa me re axivî û ragihand: “Pêşangeha me ji bo piştgirîdayîn û îfadekirina hevxemiyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ye, di pêşangehê de 25 tablo hene û ew pêşangeha xwebexşane ye û ji aliyê hunermendên bajarê Silêmanî pêk hatiye.” Ehmed îşare bi wê jî kiriye ku armanca wan ji festîvalên bi wê rengî ew e ku di navbera nifşê nû û êşên xak û niştîmanê de yekgirtinek çêbiken ku mixabin niha di civaka wan de girîngiya wê nemaye.

Şêwekar Qanî Ebdulqadir a bi çend tabloyan tevlî wê pêşangehê bûye ku hemû berhemên wê derbarê Rojava ne, di tabloyekî xwe de wêneyê destekî pola xêzkiriye û îşaret bi hêz û baweriyê dike. Ebdulqadir got: “Kêyfxweşim ku min kariye tişta ku di dilê min de heye bi hunera xwe ve ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan bidim, sipasiya hunermendên wê pêşangehê dikim, ji ber ku pêşangehekî xweşik û serkeftî sazkirine.”

Pêşangeh li salona Tewar a Silêmaniyê hatî wekirin û wê du rojan bidome.