Hukûmeta demî ya Misrê di hefteya pêş de ava dibe

Hukûmeta demî ya Misrê di hefteya pêş de ava dibe

Serokwezîrê demî yê Misrê Hazem El Beblawî da xuyakirin ku piştî hevdîtinên Yekşem û Duşemê, dibe ku hukûmet ava bibe. Beblawî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihand ku li dû hevdîtinên li ser wezaretan re, hukûmeta demî dikare di hefteya pêş de ava bibe.

Hazem El Beblawî, piştî ku artêşê di 3'ê Tîrmehê de dest danîbû ser rêveberiyê, weke Serokwezîrê demî hatibû wezîfedarkirin. Namzetê Birayên Misliman Mûhammed Mûrsî di hilbijartinên Serokkomariyê yên 30'ê Hezîrana par de hatibû hilbijartin. Di salvegera hilbijartina Mûrsî de bi protestoyên 30'ê Hezîranê û bûyerên piştî protestoyan re, rêveberiyê dest danîbû ser rêveberiyê û Mûrsî ji wezîfeyê girtibû.

Tevî lîderê rûhanî yê Birayên Misliman zêdeyî 200 endam û rêveberên wê, ji aliyê polîsan ve tên lêgerîn. Birayên Misliman wê rewşa heyî îro şermezar bikin.

Artêşê piştî dest danî ser rêveberiyê û Adlî Mansûr weke Serokdewlet erê kir, bi erêkirina serokdewletê nû re teqwîmek danî pêşiya xwe ku di nava şeş mehan de destûra bingehîn bê reformekirin, hilbijartinên giştî û serokkomariyê bên lidarxistin.