‘Hozan Mizgîn sembola hunera şoreşgerî ye’

TEV-ÇAND’ê Hozan Mizgîn bi bîr anî û got ku Hozan Mizgîn sembola hunera şoreşgerî ye.

TEV-ÇAND’Ê HOZAN MIZGÎN BI BÎR ANÎ

Tevgera Çandê (TEV-ÇAND) bi wesîleya salvegera şehadeta Hozan Mizgîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya TEV-ÇAND’ê de ev tişt hatin gotin:

“Îro 11’ê Gulanê ye. Roja şehîdên çand û hunerê ye. 32 sal berê, di 11’ê Gulanê 1992’yan de avakarê HUNERKOM û Koma Berxwedanê, fermandara eyaleta Xerzanê Hozan Mizgîn tevlî refên şehîdan bû. Em di şexsê Hozan Mizgîn de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Kolonyalîstên barbar dixwestin çand û hunera Kurdî tune bikin. Ji bo vê jî li pey hev qedexe, asîmîlasyon û komkujî pêk anîn. Rêber Apo, artêşa gerîla, berxwedêrên zindanan, Tevgera Azadiya Jinê, gelê Kurdistanê û Eniya Çand û Hunerê ji bo pêşîgirtina li van armancên qirêj têkoşînek dîrokî dan.

Kurdistan êdî hatiye guhertin. Rewşa ku em di salên 1960, 1970 ango 1980’an de tê de bûn, têk çû. Lê divê neyê jibîrkirin: Ev serdema nû bi dayîna bedelên mezin hat afirandin. Bi saya deh hezaran pakrewanên me yên ku her yek weke çiyayekî bi hêz û pîroz in, kolonyalîst têk birin û çanda me misoger kirin.

Rêber Apo di sala 1982’yan de Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan ji bo afirandina Eniya Çand û Hunera Şoreşê erkdar kiribû. Bi pêşengiya şehîdên me Sefkan, Mizgîn û Çiya di sala 1983’yan de HUNERKOM hate avakirin. Di sala 1986’an de li Rojavayê Kurdistanê (Li bajaran komên muzîk, govend û şanoyê hatin ava kirin), 1991’an li Bakûrê Kurdistanê (NÇM) û 2001’an de jî li Çiyayê Qandîlê (Dibistana Şehîd Sefkan) Eniya Çand û Hunerê bû xwedî sazî. Bi rêya sazîbûnê bi sedan komên muzîkê, govendê û şanoyê hatin ava kirin. Xebatên sînemayê û wênesaziyê hatin kirin.

Di nav van salan de bi sedan şoreşgerên Eniya Çand û Hunerê şehîd bûn. Keda şehîdan armancên kolonyalîstan têk birin û deriyekî nû yê jiyanê li pêşiya gelê Kurdistanê re vekirin. Bi pêşengiya şehîdan li Kurdistanê serdemeke nû ya çand, huner û wêjeyê dest pê kir. Hevrê Sefkan, Mizgîn, Çiya, Serhad, Bêrîvan (Binevş Agal) û Kasim Ozden (Sîpan) delîla vê yekê ne. Hevrê Newîla, Xebat (Qamişlo), Mihemed Salih, Mihemed Zekî, Rêhan, Xalid Sofî, Rizgar û Xebat (Tirbêspiyê) delîla vê yekê ne. Hevrê Alî Temel, Sarya, Hogir, Evdilmelîk Şêxbekir, Şefîq, Mordem û Baran delîla vê yekê ne.

Hevrê Yekta Herekol, Halîl Dag, Zanîn, Bawer, Hêvî Şanoger, Daxistan Koçer, Zerdeşt Munzur, Fedakar, Devrîm Dîlok û Mazdek Ararat delîla vê yekê ne. Rêber Apo dibêje, ‘Li Kurdistanê her tişt ji nû ve tê afirandin. Ne tenê welatekî azad, mirov û netewe jî ji nû ve tê afirandin. Xwediyên vê dîrokê şehîd in. Her kêliya têkoşîna azadiya Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye afirandin.’

Hozan Mizgîn di stranên xwe de berxwedana zindanan, êşên gelê me û têkoşîna gerîla anî ziman. Hunera ku hemû şehîdên me afirand dîroka me jî belge kiriye. Hunera şoreşgerî û berxwedanî pêş xistine. Weke Eniya Çand û Hunerê em jî şopdarên wan in. Êşa Efrînê, serhildana gelê Wanê, têkoşîna Rojava û çiyayên Kurdistanê û berxwedana zindanan çavkaniyên hunera me ne.

Hozan Mizgîn, ne tenê di eniya hunerê de, di dîroka gerîla de jî fermandareke girîng bû. Gerîla bi saya keda Hozan Mizgîn li eyaleta Xerzanê bi cih bû. Di salên 1991 û 1992’an de Xerzan hate guhertin. Wê milîs organîze kirin. Li gund, navçe û bajaran komîte ava kirin. Bêhejmar gund bi keda Hozan Mizgîn bandor bû û bûn welatparêz. Bi boneya 11’ê Gulanê em şehîdê nemir hevrê Mizgîn careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin: Bîranînên şehîdan eniya çand-hunerê ronî dike.”