Serokê Şaxa Kurdî Derê ya Wanê Îsmaîl Aşkan destnîşan kir ku ev bi salane gelê kurd ji bo zimanê xwe têkoşînek gelek rewa dide meşandin û got: “ Lê ev zihniyeta faşîst li hemberî vê yekê kerr û lal e. Ev girevên birçîbûnê jî li dijî vê kerr û laliya faşîzan qêrînek mirovahiyê ye. Em wiha dinirxînin. Banga me ew e ku tu kes li hemberî vê qêrînê bêdeng nemîne û guh bide vê qêrînê.”
Serokê Şaxa Kurdî Derê ya Wanê Îsmaîl Aşkan, piştî ku kongreya komeleyê hat lidarxistin û rêveberiya nû hat hilbijartin nêrînên xwe yên derbarê xebatên komeleyê, girevên birçibûnê yên ku îro ketiye roja xwe ya 49’emîn û polîtîkayên dewletê yên li dijî zimanê kurdî de bi ANF’ê re parve kir.
Aşkan der barê xebatên komeleya xwe de ev agahî da; “Em wekî Kurdî- Der xebatên xwe li ser lekolîn û pêşvebirina zimanê kurdî dimeşînin. Dema em dibejin zimanê kurdî ne tenê zaravayê kurmancî, her wiha em li ser zaravayên dimilî û soranî jî xebat û lêkolînên xwe dimeşînin. Ji ber ku hemû zaravayên kurdî dewlemendiyên zimanê gele kurd e, em jî li ser vê dewlemendiya kurdî hewl didin xebatên baş bimeşînin. Heta niha me gelek xebatên wekî atolyeyên çand, folklor, stran , wêje, çîrok , serpêhatî kurtasî hatine damezirandin û berhemên çandî hatine vêdan. Bi hezaran salan ji ber nezikbûnên serdestan perwerdehiya zimanê kurdî hate qedexekirin. Le belê dema em dîroka gelan dinêrîn ji ber ku pêkutî û polîtîkayên pişavtinê yên li ser ziman hatine meşandin bi zimanê kurdî perwerdehî nehatiye kirin an jî zêde pêş ve neçûye.”
XEBATÊN ME BI 5 ASTAN DIDOMIN
Aşkan diyar kir ku Kurdî Der jî li ser vî esasî hewl dide vê valahiyê tije bike û got; “Zimanê kurdî pêş ve bibe. Ev nêzî mehekê ye piştî kongreya me hat lidarxistin nobeta xebatên zimanê kurdî me girt. Me di nava vê meha dawî de polên xwe vekir û nêzî 120 xwendekar niha di van polan de ders dibînin. Em atolyeyên xwe yên hînkirina ziman bi 5 astan dimeşînin. Di asta destpêkê de kesên ku qet kurdî nizanin û nikarin biaxivin perwerde dibin. Ji bilî vê kesên ku biçek jî bibe kurdî dizanin di astên yekemin, duyemîn û sêyemîn de perwerde dibin. Her wiha kesên ku hemû ast qedandine jî li gorî daxwaza wan tevli asta 5’emîn yanî ‘Asta Mamosteyiya Kurdî’ dibin. Em jî wekî şaxa Wanê xebatên xwe di vê çarçoveyê de dimeşînin. Niha di atolyeyên me de nêzî 120 kes tevlî xebatên li ser zimanê kurdî dibin. Di rojên pêş de jî ji bo atolyeyên nû serlêdanan em digirin. Armanca me ew e ku heta dawiya salê bi hezaran kesan li ser zimanê kurdî em perwerde bikin. Li vir bi rêya we jî em bang dikin ku kes û derdorên ku dixwazin li ser zimanê kurdî xebat bimeşînin tevlî me bibin.”
‘LI GOR DAXWAZÊ EM DÊ LI TAXAN JÎ PERWERDEHÎ BIDIN’
Serokê Şaxa Kurdî-Derê Akşan da zanîn ku li gel hemû astengiyan jî heya niha bi hezaran kes di atolyêyên me de hînê zimanê kurdî bûne û wiha axivî: “Lê belê têra nake. Divê em xwe bi gihînin hemû taxan û perwerdehiyeke ziman ya baş bidin bi taybet zarokên kurd û tevahî kurdan. Me armancek wisa daye pêş xwe em dê li ser vê esasê bimeşin. Ger li taxekî daxwaz hebe em ji bo hînkirina ziman mamosteyan dişînin. Em bi rêya we jî vê banga xwe dubare dikin.”
‘HIŞMENDIYA DEWLETÊ 89 SAL BERÊ ÇI BÛ ÎRO JÎ WISA YE’
Aşkan nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hemberî perwerde û zimanê Kurdî de jî wiha nirxand; “Wek tê zanîn polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê li ser gelê kurd hêj jî bi şêwazên tenik tên meşandin. Hişmendiya desthilatdariya Dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî gelê kurd û zimanê kurdî neguhertiye. Dixwazin di dema me ya nû de jî van polîtîkayên pişavtinê bi şêwazên wiha tenik bidomînin. Hişmendiya dewletê 89 sal berê çi bû niha jî bi avayekî durû tên meşandin. Dixwazin bi hewldanên xapînok û durû emrê pergala xwe ya metînger bidomînin. Em dersa bijarte jî di vê çarçoveyê de dinirxînin. Ev pirsgirêk encex bi perwerdehiya zimanê zikmakî dê were çareserkirin. Em dixwazin ne bi dersên bişarte, di hemû astên perwerdehiyê de zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Dersa bijarte li Tirkiyeyê ji bo Tirkan dibe. Lê ji bo kurdan nabe.”
‘GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ QÊRÎNA MIROVAHIYÊYE’
Yek ji daxwazên greva birçîbûnê perwerdehiya zimanê Kurdî ye. Aşkan der barê grevên birçîbûnê de jî got; Ev bi salene gelê kurd ji bo ziman û parastina çanda xwe têkoşînek şoreşgerî ya bêhempa didin meşandin. Lê belê wekî hûn jî dizanin di cihanê de yekêmîn care ev qas siyasetmedar, ronakbîr û kes ji bo zimanê zikmakî ketine greva birçîbûnê. Li hemberî vê jî hikumet û çapemeniya alîgir bêdengiya xwe didomin. Bihizirin ku gelek ji bo ku zimanê wan bibe zimanê perwerdehiyê bedena xwe roj bi roj dihelinin û ber bi mirinêve ketine rêwîtiyekê. Dema ku mirov nezikbûnen komara Tirkiyeyê ya li hemberî gelê kurd dibîne; bi Rastî mirov gelek diêşe. Bi hezaran kesên di nav de siyasetmedar, ronakbîr, rêvebir , şaredar û parlementerên gel jî heyî ev bi salane di girtigehan de tê darizandin. Tu aliyêkê qala qaşo pêşveçûnên demokratîk û mafên mirovan dikî, lê dema gotin hat ser mafê gelê kurd û zimên wî tu rûyê xwe yê faşîst didî nişandin. Ev bi salane ji bo zimanê xwe gelê kurd têkoşînek gelek rewa dide meşandin. Lê ev zihniyeta faşîst li hemberî vê kerr û lal e. Ev girevên birçîbûnê jî li dijî vê kerr û laliya faşîzan qêrînek mirovahiyê ye. Em wiha dinirxînin. Banga me ew e ku tu kes li hemberî vê qêrînê bêdeng nemîne.
‘ASÎMILASYON GIHIŞTIYE ASTA HERÎ BILIND’
Serokwezîr Erdogan li alîyeke diçe Almanyayê dibêje, “Asîmîlasyona gelekî sucekî mirovahiyê ye.” Lê belê dewlet bi xwe dema avabûyî heya niha dest ji asimilasyona gelê kurd nekişandiye. Îro ji xebatên asîmilasyonê gihiştîye asta herî bilind.
‘BERPISYARA MIRINAN HIKÛMET E’
Tirsa li hember çand û zimanê kurdî heya hebe li Tirkiye ye qet aşitîû xweşî pêk nayê. Berbirsîyariya her mirinekî ya girtiyan di serî de hikumeta AKP berbirsîyar e. Ji ber wê yekê bê şert û merc daxwazên girtiyan ê mafdar bila bêne qebûlkirin. Hemû derdorên demokrat ,partî û hemû gelên Tirkiyeyê li hemberê greva birçibûne bê deng nemînine.”