BI DÎMEN

Hiso: Bi gotinê şoreş nabe

Hevserokê PYD’ê Xerîp Hiso di çarçoveya tura Ewropayê de li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi gel re civiya. Hiso destnîşan kir ku divê Kurd di têkoşîna azadiyê de ne bi gotinê lê bi kedê tevkariyê bikin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso ku di çarçoveya hevdîtinên li Ewropayê de serdana bajarê Zurîh ê Swîsreyê kir, di hevdîtina gel de axivî. Civîna gel li Klotenê li avahiya Komaleya Rojava pêk hat. Xerîp Hiso derbarê geşedanên dawî yên li Rojava, rewşa heyî ya Kurdan û pêvajoyên polîtîkayên ên ji bo pêşerojê de agahî dan.

Hiso diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd biçûk neyê dîtin û wiha got: “A rast Kurd tu car nebûn pirsgirêk. Ji ber ku mafê Kurdan tê desteserkirin ev tişt diqewimin. Li Rojava geşedanên erênî hene. Duh şandeyek me çû Şamê. Kurd di tevahiya dîroka xwe de bi berxwedanê hatin van rojan.”

Hevserokê PYD’ê li dijî derdorên ku hewl didin pêvajoyê reş bikin hişyarî da gel û wiha got: “Êdî em ketin pêvajoyekî ku çek rawestiyan û têkoşînekî nû destpê kir. Divê her kes vê pêvajoyê rast fêm bike. Yên ku pêvajoyê reş dikin tu tevkariyê li têkoşînê nekirine. Bi gotinê şoreşê dikin. Divê girîngî bi yên ku kesên ji bo vê têkoşînê canê xwe dane reş dikin, neyê dayîn.”

HEVDÎTINÊN BI ŞAMÊ RE DEWAM DIKIN

Hiso diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Rojava ji aliyê hêzên navneteweyî ve tên naskirin û da zanîn ku diyaloga wan bi rêveberiya Şamê re bênavber dewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya du rojan şandeyek me çû Şamê. Di vê heyetê de nûnerên Kurd, Ereb, Asûrî û Suryanî cih girtin. Hemû avaniyên li Rojava li hev civiyan û daxwazên xwe gotin.”

Hiso bi berdewamî wiha got: “Hinek ji me re dibêjin cudaker, lê ew bi xwe cudaker in.” Hiso bi gotina “Gelê Kurd ê li Ewropayê divê xwe bi tenê hîs nekin” banga piştevaniya bi Rojava re kir.

‘EM AMADENE KU RASTERAST BI TIRKIYEYÊ RE BICIVIN’

Xerîb Hiso pirsên gel jî bersivand û diyar kir ku ew ji bo diyaloga muhtemel a bi Tirkiyeyê re vekirî ne.

Hiso gotinên Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdi ya “Em amade ne bi Tirkiyeyê re bicivin” bi bîr xist û wiha got: “Em amade ne ku rasterast bi Tirkiyeyê re hevdîtinê bikin. Di peşerojê de dibe ku rewşa cirantiyê çêbibe, di vê çarçoveyê de diyalogê bixwazin. Di mijarên wekî Bendeva Tişrînê de jixwe têkîlî çêdibin. Wekî gotina heval Mazlûm pêwîst bike em ê bi Serokkomar Erdogan re bicivin. Fikarê me tune ye. Kurd di pêşengiya Rêber Apo de têkoşîna aştiyê didin.”

Hiso diyar kir ku Tirkiye dikare li Sûriyeyê rolekî erênî bilîze û bi taybet di mijarên wekî krîza koçberan de xwest ku gavên çêker bên avêtin.

Hiso nîqaşên “Çek berdanê” ya di çapemeniya Tirk de nirxand û got ku niha ew ne di rojeva wan de ye. Hiso wiha got: “Rewşa li Sûriyeyê ne wekî ya li Tirkiyeyê ye. DAÎŞ hîna çalak e. Heta ku nasname û mafên Kurd nekeve ewlehiya qanûnî çek berdan ne mijara gotinê ye. Tişta ku herî dawiyê bê kirin di serî de xwestin ji bo biçûkxistina me ye.”

Hiso bi bîr xist ku merciya ku biryara çek berdanê bigre QSD ye û wiha got: “Lê em ê heta ku mafên xwe yên bingehîn bidest nexin gavekî di vî aliyê de neavêjin.”

‘ME BI HEMÛ NASNAMEYAN RE HEVKARÎ AVA KIR’

Hiso piştî civînê pirsên me bersivand û got ku bi hemû gelên li Rojava re di nava têkiliyên wehkev de ne û wiha got: “Em bi civakên Durzî, Ereb, Elewê û avaniyên din re hevdîtinê dikin. Ger em Sûriyeyekî demokratîk dixwazin neçar in ku bi hemû nasnameyên cuda re bicivin. Li cihên Rêveberiya Xweser her kes dikare bawerî û nasnameya xwe azad bijî. Hevkarî ne li gorî hejmar li gorî nûnertiya wekhev hat avakirin. Di rewşekî berovajî de wê peçvûn jêneveger be.”