Hirvatîstan bû 28. endamê Yekitiya Ewropa

Hirvatîstan bû 28. endamê Yekitiya Ewropa

Hirvatîstanê, piştî pêvajoyeke 10 salan ji îro û pê ve bi awayekî fermî 28. endamê Yekitiya Ewropayê ye. Endametiya welatê, ji duh bi şev û vir ve bi fîşekên hewayî tê pîrozkirin. 

Welatê Hirvatîstanê, ku di sala 2005'an de dest bi danûstandinên endametiya Yekitiya Ewropayê kir û ji sala 2011'an û vir ve jî her 35 mijarên danûstandinan temam kir, ji îro û şû ve bi awayekî fermî endamê Yekitiya Ewropayê ye. Bi tevlêbûna Hirvatîstanê re, hejmara Yekitiya Ewropayê ya di sala 1957'an de bi 6 welatan destpê kir, derket 28 welatan. Hirvatîstanê bi Tirkiyê re di heman demê de dest bi danûstandinên endametiyê kir û tevî kêmasiyan jî ev danûstandin di nava 6 salan de temam kir. 

Hirvatîstan bi endametiya Yekitiyê re mafê temsîlkariya li Parlamenta Ewropayê jî bi dest xist û heta hilbijartinên parlamentê yên sala 2014'an wê 12 endamên demborî bişîne Parlamenta Ewropayê. Di hilbijartinên sala 2014'an de jî wê di Parlamenta Ewropayê ya ji 751 endaman 11 endam ji Hirvatîstanê bin.

JI YEKITIYA HESIN-POLA BER BI YEKITIYA EWROPA YA JI 28 ENDAMAN

Yekitiya Ewropayê ku di sala 1951'ê de bi Civata Pola û Komirê ya Ewropayê bingeha wê hat danîn, di sala 1957'an de bi peymana Romayê ya navbera Elmaya, Fransa, Îtalya, Holanda, Luksembûrg û Belçîkayê re navê wê veguherî Civata Aboriyê ya Ewropayê. Yekitî di sala 1973'an de bi tevlêbûna Brîtanya, Danîmarka û Îrlandayê re bû xwedî 9 endaman û di sala 1981 de bi beşdariya Yewnanîstan, di sala 1986'an de bi beşdariya Spanya û Portekîzê hejmara endamên xwe derxist 12'an.

Yekitî ku ji sala 1993'an û vir ve di bin navê Yekitiya Ewropayê de dimeşe, di sala 1995'an de welatên di warê aborî de pêşketî Awûstûrya, Swêd û Fînlandiya jî xist nava xwe.

Bi têkçûna bloka rojhilat re, di sala 2004'an de Polonya, Komara Çek, Slovakya, Slovenya, Macarîstan, Estonya, Letonya, Lîtvanya, Malta û Komara Qibrisê tevlî Yekitiyê bûn û hejmara endamên Yekitiyê derket 25'an. Beriya Hirvatîstanê jî, di sala 2007'an de Romanya û Bûlgarîstan li Yekitiyê zêde bûbûn.

Tirkiye, Îzlanda, Sirbîstan, Karadag û Makedonya jî welatên ji bo endametiya Yekitiya Ewropayê di nava danûstandinan de ne.