Hilbijartinên Îtalyayê bi xwe re bêçaretiyeke din anî

Hilbijartinên Îtalyayê bi xwe re bêçaretiyeke din anî

Li Îtalyayê hilibijartinên ku hemû cîhan mereq dikir, welêt anî ber astengek nû. Di Meclîsa Nuneran de tu partiyek ji bo bikeve Senatoyê piraniya dengan bi dest nexist. Tevgera 5 Stêrkan a şanoger û komedyen Beppe Grillo yê ku dengên kesên li hemberî krîzê nerazî wergirt jî bi serkeftineke mezin hevsengiya hilbijaritnê  serûbin kir.

Li welêt û derveyê welêt 51 milyon hilbijêrên Îtalî hene. Lê rêjeya beşdarbûna hilbijaritnê li gorî sala 2008 daket.

Weke ji anketan jî dixuya, eniya çepgir ya bi pêşengiya Partiya Demokrat bi ser ket. Serokê PD’yê Pier Luigi Bersani bi rêjeya ji sedî 29,5 yê dengan, ji 630 kursiyên meclîsa nuneran 340 kursî bi dest xist. Li gorî qanûnan ji bo avakirina hukûmetê pêwîstî bi rêjeya dengan a ji sedî 55 heye. Eniya rastgir a bi pêşengiya Serokwezîrê berê Silvio Berlusconi jî ji 121 kursiyên meclîsa nuneran bi dest xist.

 DI HILBIJARTINAN DE BEPPE GRILLO BI SER KET

Lê di hilbijartinan de serkeftiyê yekemîn ê hilbijartinê Tevgera 5 Stêrkan ya bi pêşengiya şanoger û komedyen Beppe  Grillo tê dîtin. Tevgera 5 Stêrkan di carekê de ji sedî 25,5 ê dengan wergirt û bi vî awayî di Meclîsa Nuneran de 110 kursî bi dest xist.

Eniya bi pêşengiya Serokwezîr Mario Monti jî ji sedî 10,5ê dengan bi dest xist û bi vî awayî tenê karî 46 kursiyên meclîsê werbigire.

Li gorî encamên hilbijartinê, tu partiyek nikare bi tenê hukûmetê ava bike. Vê yekê jî welatê ku bi krîza aborî re rû bi rû ye, ber bi bêçaretiyeke din ve bibe.