Hîlala Zêrîn perwerdeya wêneyan dide zarokan

Tevgera Çandê ya Jinê Hîlala Zêrîn di afirandina çanda azad de giraniyê dide ser perwerdekirina zarokan. Hewl dide wênevanên zarok ên şoreşê biafirîne.

Hîlala Zêrîn ku xwe spart Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn û di sala 2020'î de hate ragihandin, ji bo pêşketina zarokan giranî da ser perwerdeya çand û hunerê. Li Qamişlo, Hesekê, Şehba û Firatê qursên perwedeyê vekir û tevkariyê li pêşketina zarokan dike. Di nava Şoreşa Rojava de ku li gel şoreşeke civakî û siyasî ye her wiha şoreşeke çand û hunerê ye, zarok ji gelek aliyan ve têne perwerdekirin.

Hîlala Zêrîn li navenda çand û hunerê ya li Qamişloyê perwerdeya wêneyan dide 13 zarokan. Zarokên ku ji salekê heta sê salan perwerdeyê dibînin li vê navendê têdigihêjin. Zarok hefteyê du rojan bi du saetan perwerdeya xêzkirina wêneyan a bi boyax û pênûsê dibînin. Her zarok piştî perwerdeya bingehîn dest bi xêzkirinê dikin û li gorî asta xwe ya pêşketinê jî derbasî qonaxeke din dibe.

TÊKILIYÊN GERM Û XURT TÊNE DANÎN

Çêkirina wêneyan ku tevkariyê li pêşketina mejî, hestewarî û civakî ya zarokan dike, her wiha dibe alîkar ku zarok li nava civakê, li nava malbatê xwedî kesayeteke serketî be. Servîsa Hîlala Zêrîn hefteyê du rojan li nava malan digere, zarokan kom dike û li hev dicivîne. Zarok li baxçeyê navendê dest bi rojê dikin, ne tenê wêneyan xêz dikin, her wiha bi komên ji muzîk, govend û şano jî demê derbas dikin, piştevaniya hev dikin. Li vî baxçeyî ku ji bo zarokan hem qada perwerdeyê ye, hem jî qada lîstikê ye, liv û tevgereke rengîn heye. Bi vê aktîvîteya civakî zarok her wiha ji xwe re hevalên nû jî peyda dikin.

PARASTINA HIŞÊ DÎROKÎ

Wêne ku aktîvîteyeke zîhnî ye, her wiha hişê mirovan jî xurt dihêle, baldarî û konsantrasyonê zêde dike. Dike ku zarok bibin xwedî hunerekê. Çêkirina wêneyan her wiha dibe sedem ku zarok bi hunera xwe bihese, potansiyela xwe nîşan bide. Bi vî rengî zarok hîn bêhtir ji xwe bawer dikin. Hîlala Zêrîn zarokên bi çandên cuda mezin bûne li hev kom dike û hevkariyeke çandan jî diafirîne. Zarok di wêneyên xwe de sembolên çanda xwe jî nîşan didin û bi vî rengî dibin xwedî hişekî dîrokî.

PÊŞENGEHA MEHA COTMEHÊ HATE TALOQKIRIN

Tevgera Çanda Jinê Hîlala Zêrîn îsal gelek çalakiyên hefteya çandê, festîval û şano lidar xist. Wêneyên ku 13 zarokan çêkiribûn wê meha Cotmehê bi pêşengehekê nîşanî gel bida. Lê belê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker pêşengeh hate taloqkirin.