Hêzên Rizgariya Efrînê li Ezazê li çeteyan dan

Hêzên Rizgariya Efrînê 26'ê Adarê li Ezazê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiya sûîqestê ya li Ezazê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "26'ê Adarê li gundê Kil Cibrînê yê herêma Ezazê, li dijî koma terorîst a Cebhet El Şamiye çalakiyek hate lidarxistin û di encamê de çeteyek hate kuştin."