Hevdîtinên aştiyê yên FARC û hukûmetê berdewam dikin
Hevdîtinên aştiyê yên FARC û hukûmetê berdewam dikin
Hevdîtinên aştiyê yên FARC û hukûmetê berdewam dikin
Ji bo bidawîbûna şerê dijwar ê ku 50 sal in li Kolombiyayê berdewam dike û bû sedem ku 500 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin, bi dawî bibin, hevdîtinên li Osloyê hatin destpêkirin, li Hawanaya paytexta Kubayê didomin.
Alîkarê Serokdewlet Humberto de la Calle ku bi navê hukûmeta Kolombiyayê tevlî hevdîtinê dibe, diyar kir ku her çendî ew di hin aliyan de gihiştibin lihevkirinekê, lê di hin aliyan de hîna jî cûdabûnên nêrînan hene.
HEVDÎTINA LI HAWANAYÊ VÊ HEFTEYÊ YE
Piştî hefteyekê, hevdîtinê dê careke din li Hawanaya paytexta Kubayê ji nû ve dest pê bikin. Tê diyarkirin ku di gelek aliyan de ciyawaziyên nêrînan hene, lê FARC helwesteke lihevker nîşan dide. Berdevkê FARC’ê Jesus Santrich bi lezgînî berdewam dikin û da zanîn ku piştî sê tûrên hevdîtinan ew li ser mijara reforma axê gihiştine heman xalê.
Gerîlayên FARC’ê dixwaizn ku encamên hevdîtinên aşitiyê bikevin bin garantiya meclîsa damezrêner. Li hukûmet beriya niha vê daxwaza FARC’ê red kiribû.
Sermuzakerevanê hukûmetê Humberto de la Calle jî diyar kir ku di rojevê de agirbesta ku daxwaza FARC’ê ye tune ye.
AGIRBEST BI DAWÎ BÛ
FARC’ê li gel destpêkirina hevdîtinên aşitiyê di mijdara 2012 de agirbesteke yekalî ragihandibû. Lê roja yekşemê aşkere kir ku wana dawî li agirbestê aniye. Hukûmet jî diyar dike ku heta peymana aşitiyê dê çalakiyên wan ên leşkerî li dijî gerîlayan bidomin.
Gerîla dixwazin ji sedî 20’ê axa welêt ku ji 25 milyon hektarê pêk tê li hejaran bê belavkirin.
FARC ji sala 1964’an û vir ve li Kolombiyayê têkoşîna jiyanek sosyalîst dide meşandihn. Hikûmeta Kolombiyayê bi hevkariya Amerîkayê hima him li dijî FARC-EP’a ku 18 hezar gerîlayên wê yên çekdar hene, operasyonan li dar dixe.