Hevdîtina Obama-Erdogan destpê kir

Hevdîtina Obama-Erdogan destpê kir

Hevdîtina navbera Serokê DYE Barack Obama û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Spî destpê kir.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li Qesra Spî ji aliyê Şefê Protokolê yê DYE Sefîrê Bilind Capricia Marshall ve hat pêşwazîkirin. Erdogan dûre bi Serokê DYE Obama re derbasî Oval Ofîsê bûn û dest bi hevdîtinê kirin.

Tê payîn, di hevdîtina Obama-Erdogan de di serî Sûriye, mijarên pirsgirêka Kurd û bûyerên li Rojhilata Navîn bên nirxandin.