Herî zêde mêr etîka zanîstî bin pê dikin

Herî zêde mêr etîka zanîstî bin pê dikin

Li gorî lêkolîneke li Amerîkayê hate kirin, li binê piraniya hewldanên ne etîkî yên di warê xebatên zanîstî de îmzeya mêran heye. Hîndekar û kesên pispor jî li gorî xwendekarên zanîngehê zêdetir bi awayeke ne etîk tevdigerin.

Li gorî lêkolîna Zanîngeha Yeshiva ya li bajarê New York a Amerîkayê, binpêkirinên etîkê yên di warê xebatên zanîstî de herî zêd eji aliyê zayenda nêr ve tê kirin. Xebata ji Koleja Bijîşkî ya Albert Einstein a girêdayî zanîngehê Arturo Casadevall û koma wî di kovara ‘mBio’ ya ku li ser înternetê weşanê dike de hate weşandin.

Casadevall bi koma xwe ve 228 xebatên zanîstî yên ji salên 1994 heta 2002 hatin kirin û di bin çavdêriya Ofîsa Lêkolînên Zanînstî ya Amerîkayê (ORI) de ne lêkolîn kir. Li gorî vê ji sedî 94’ê van 228 xebatên zanînstî (tez, nivîsar...) ku di bin çavdêriya ORI de ne, bi “ne etîkî û întîhalê (kopî bike û pê ve bike) hatine tawanbarkirin, nehatine weşandin. Di nava xebatên bi întîhal û hîleyan tên tawanbarkirin de ji xebatên xwendekaran bigire heta tezên bijîşkan, hîndekar û zanyaran, û gelek xebat û lêkolînên din ên zanîstî hene.

Li gorî lêpirsînan sê sedemên ku rê nedane ev xebatên weke tez û meqaleyên zanîstî bêne weşandin hene. ‘Bêyi niyetek xirab û hîle jibîrkirina destnîşankirina çavkaniyên zanîstî”, “Rêbaza diziya zanyariyan a kopî bike-pê ve bike” û “Berûvajîkirina lêkolînên zanîstî û pêşkêşkirina wan.”

JI XWENDEKARAN ZÊDETIR HÎNDEKAR TÊN TAWANBARKIRIN

Li gorî lêkolînê, xwendekarên zanînê li gorî hîndekaran, bi awayeke kêmtir serî li rbazên hîle û întîhalê dane. Li gorî vê ji sedî 40’ê van xebatên bi întîhalê tên tawanbarkirin yên xwendekarên di asta lîsans û masterê de ne. Ji sedî 32 jî yên hîndekaran in û ji sedî 28’a ku maye jî ya peywirdarên lêkolînê, teknîsyen û koordînatorên tezan in.

JI LI GORÎ MÊRAN KÊMTIR HÎLE DIKIN

Yek ji encamên girîng ên ku ji lêkolînê derketin, xwendekar û zanyarên jin li gorî mêran kêmtir bi hîle û sucên întîhalê têne tawanbarkirin. Ji sedî 65’ê 228 xebatên hatin lêkolînkirin mêr bi hîle û întîhalê hatine tawanbarkirin. Ji xwendekarên zanîngehê ji sedî 88 mêr, ji  xwendekarên doktorayan ji sedî 69 bi hîle û întîhalan hatine tawanbarkirin.

Di lêkolîna Zanîngeha Yeshida de ji bo sedemên çima mêr herî zêde serî li hîleyan dane sê hîpotez tên rêzkirin; ya yekem, weke ji lêkolînên zanîstî aşkere dibin, mêr ji jinan zêdetir rîskê didin ber çavên xwe. Ya duwemîn, hewesa pêşbazî û qezenckirinê ya zilaman zêdetir e û ya sêyemîn jî jin li hemberî cezayên giran bi baldartir tevdigerin.