Helbestvanê Kurdan yê winda Cerdoyê Eset

Helbestvanê Kurdan yê winda Cerdoyê Eset

Helbestvanê Kurd Cerdoyê Eset ê ligel helbest û wêjeya Kurdî, wêjeya Kafkasan jî dewlemend kirî; li Gurcistanê bi weşandina fablekê wî ya Kurdî dîsa xwe bi bîra me xist.

Nivîsakarê pirtûkên helbastan ên wek ‘Şîîr û Poem’, Meriv Ez Ji Te Bawer Dikim’, ‘Ser Riya Emin’, ‘Bilûr’ û nivîskarê pirtûka çîrokê ya ‘Şewitî Dil’ Cerdoyê Eset, bi hunera Jenr, a ku ji wênesaziyê tê, helbestên bê hempa nivîsî. Pirtûka helbestê ‘Meriv Ez Ji Te Bawer Dikim’ ji bo zimanê Gurcîkî; ‘Bilûr’ jî ji bo Ermenîkî hatiye wergerandin. Herweha helbestên Eset, gelek caran di antolojiyên van welatan de cih girt.

Helbestavanê xwedî helbestên bi hêz Eset, pirtûka ‘Wergirê Postê Piling’ berhema wêjevanê mezin û navdar yê wêjeya Gurcî û Rojhilatî Şota Rustevalî û pirtûka ‘Încîlî’ berhema yek ji nîşaneyê helbesta Ermenî Hovhannes Şîraz wergerand zimanê Kurdî. Eset ligel helbestan, gelek fabl, çîrok û pêkenok jî nivîsî.

Xebatkarên beşa Kurdî ya Radyoya Gurcistanê, pirtûka ‘Qelîbotkêt Kurdî’ (Fablên Kurdî) ku bi Kurdî lê bi tîpên Krîlî hatibû weşandin, wergerandin tîpên latînî û weşandin. Ev fablên Kurdî ku bi hewldanên bêjer (spîker) Bellê Caso, bi derfetên kêm, hat çapkirin; fablên Cerdoyê Eset bû ku wî ew fablên han ji xisletên ajalan ên çîrokên Kurdî wergirtibû.

Di hûnandina fablên Eset de, tenê xisletên ajalan cih nagre, di heman demê de cih û rengê xisletên berbiçav yên heyama feodalîzmê jî hene. Fablên wî, bi şêwazê La Fontaine, bûyerên biçûk û negirîng bi mantiqekê şidiyayî hatine hûnandin. Di weşandina fablan de armanca xebatkarên radyoya navbirî, bi zimanî Kurdî û bo zarokên Kurd tenê birina xislet û lehengên şîrîn, cancankî û rindik nebû; di heman demê de armanc, bîrxistina ev helbestvanê hêja bû. Ji ber vêna di pirtûka fablan de, di heman demê de jînenîgariya sade ya helbestvan Eset a ku ji nûve hatiye rêkûpêkkirin jî hey e. Pirtûk, di malpera cihkî ya Kurdên Gurcistanê kurmanc.ge hat weşandin û ev pirtûk ji bo zarokan hat pêşniyarkirin.

Eset, di nav rewşenbîrên Kurd yên mişextiyê de bi behreyên xwe yên xwezayî yên helbestî û bi domdarî berhemhênaniya xwe di demekê kurt de di nav helbestvanên Kurd yên nivşên 2. de cihê xwe bi rûmet û bi anor wergirt. Kesên ku berhemên Eset şopandine û lê kolîne, dîtine ku tenê zimanê Kurdî xweşik bi kar neaniye; di heman demê de bawerî, hest û şêwazê hizrandina felsefî ya gelê Kurd jî bi awayekî baş û zelal daye diyarkirin û mirovekî dabûnerîtî (gerdîşî, kevneşopî) ye. Ji ber ku wî kevneşopî bo parastina nasnameya Kurd wek pêşverû nirxandiye.

BERHEMÊN WÎ BO GURCÎKÎ Û ERMENÎKÎ HATIN WERGERANDIN

Eset, yek ji wêjevanê Kurdî bû ku celeba wêjeyî ya Epîk’î (lehengî) herî baş bi kar dianî û dihûna. Wî lehengî, şer û qehremantiyên wêjeya devkî ya Kurdî bê hempa aniye ziman. Herwiha girêdayî şêwaza kelecan û dirêjvegotina epîkî ma. Ev rêbaza han ji ber ku di heman demê de şêwaza hilberîna berhemên gelêrî ye; ji bo wêjeya Kurdî bû qalibekî guncaw û lihevhatî. Wî evina tenê ne bi şêwazê helbestî, wek pexşan (nesîr) jî nivîsand. Wî, di nav rewşenbîrîn Kurd yên Yekîtiya Sovyetê de nivîsandina qelîbotkan domdar kir. Wek tê zanîn qelîbotk ji çîrok û pêkenokan pêk tên û di zargotina Kurdî de xwedî cihekê girîng in. Wî, jiyana gel a rojane û ji rêzê, gundî û kedkarên bi karên ji rêzê mijûl dibûn; bi hunera Janr gelek caran û himahim hûnand. Ew, di vê mijarê de wek wênasaz Giacomo Ceruti û William Hogarth e, ku di tabloyên xwe de hunara Janr bi kar anîne. Lê wê ev huner di wêjeyê de şixulandî.

Helbestvanê navdar di sala 1929an de li gundekî Kurd, Sabûnçiye, li herêma Talîn a Ermenîstanê ji dayîk bû. Wî dema qala xwe kirî vegotiye ku bavê wî ji bajarê Îdirê ye. Piştî ku xwendina xwe ya seretayî û navendî temam kir; ligel malbata xwe li Tîflîsê bi cih bû. Li Tîflîsê hem li kargekê de rêveberî dikir, hem jî nivîsandina helbestan didomand.

Helbestên wî di nav demekê kurt de gelek hat ecibandin; ji aliyekî ve di gelek rojname û kovarên Ermenîstan û Gurcistanê de dihatin belavkirin û aliyên din de jî di radyoya Yêrîvanê de dihatin xwendin. Gelek helbestên wî, ji aliyê rewşenbîr û nivîskarên Kurd ve hatin berhevkirin.

Pirtûka wî ya yekem di sala 1959’î de bi navê ‘Şîîr û Poem’ hat weşandin. Eset di vê pirtûka xwe de Poem wek xeftana li gor efsaneyên Kurdî dinirxand. Mijara vê pirtûkê jiyana civaka Kurd a zivistanî ye. Pirtûkeke din a helbestvan, di sala 1966’î de bi navê ‘Ser Riya Emin’ li Yêrîvanê hat weşandin. Di sala 1974’î de pirtûka wî ya ji kurteçîrok û helbestan hatibû berhevkirin bi navê ‘Şewitî Dil’ hat weşandin. Di heman salê de efsane û dastanên wî yên di hin cihan de hatibû çapkirin, hinek ji wan bi wergera Ermenîkî re, bi navê ‘Bilûr’ hat çapkirin. Pirtûka wî ya ‘Meriv Ez Ji Te Bawer Dikim’ di 1979’î de ji bo zimanê Gurcîkî hat wergerandin û weşandin. Herweha gelek helbestên wî, di antoliyên Gurcistanê de cih girt.

Di heman demê de Eset, bi wergeran jî alikariyeke mezin ji wêjeya Kurdî re kir. Di 1971’î de pirtûka ‘Încîlî’ ya helbestvanê Ermenî Hovhannes Şîraz ku di welatperweriya welatê xwe de bûye nîşane, wergerand zimanê Kurdî û weşand. Di dawiya temenê xwe de Eset, pirtûka helbestan ‘Wergirê Postê Piling’ a wêjevanê mezin yê Gurcî û Rojhilatî Şota Rustevalî wergerand zimanê Kurdî. Di mijara berhemê de hestên helbestvanî efsenewî dike ji ber rindbûna Tamaray ku li Kafkasan nav daye û xwediavêje dêrên Qudûsê. Dema ku Eset di 1993’î de li Tîflîsê wergera vê berhemê temam kir, jiyan xwe ji dest da. Lê berhem, di 2007’î de li Gurcistanê di weşanên Kafkas de hat çapkirin.

-Ji Arşîva ANF’ê… (01 Cotmeh 2010)