Hejmara windahiyên li Hîmalaya her saetê zêde dibe

Hejmara windahiyên li Hîmalaya her saetê zêde dibe

Li çiyayên Hîmalaya, ji ber bagera berfê ya ji be tofana Hûdhûdê rû da, tê gotin ku herî kêm 85 kes winda bûne. Rayedarên Nepalî dan xuyakirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji destê sibehê û vir ve ji nû ve destpê kirine.

Ji ber tofana Hûdhûd a bandor li çiyayên Hîmalaya kir, tê gotin ku herî kêm 85 çiyager, tûrîst û rêberên wan winda bûne.

Rayedaran diyar kirin ku herî kêm cenazeyê 20 kesan hatine dîtin. Lê belê hejmara windahî û miriyan her saet zêde dibe.

Qeymeqamê Mûstangê Babûram Bhandarî da zanîn ku rewşa hewayê baş e û helîkopterên artêşê tevlî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi giranî li herêma Thorang-Lan a li nêzî Annapûrnayê tên meşandin. Li bilindahiya 8 hezar metreyî cenazeyê Nepaliyekî, du Polonyayî û Îsraîliyekî hatin dîtin.

8 Nepalî jî li Mûstangê mirî hatin dîtin. Li Manangê jî cenazeyên 4 Qanadiyan û Hîndûyekî hatin dîtin. Her wiha hat hînbûn ku 15 birîndar jî rakirine Nexweşxaneya Katmandoû.