Hejmara nû ya Kovara W derket

Hejmara nû ya Kovara W derket

Hejmara çile û sibata 2013'an a Kovara Çand, Huner û Wêjeyê ya W derket. Di hejmara dawî ya W'ê de wekî dosya bi her aliyên xwe ve sînemaya kurdan hatiye nirxandin

Hejmara 34'an a Kovara W ku di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Amedê de tê derxistin, bi naverokeke têr û tijî derket. Di vê hejmarê de jî wekî hejmarên borî gelek nivîsên xurt û tehm xweş hene. Kovarên wêjeyî û ramanî ji bo gihandina nivîskaran, ji bi gihandina edîban bêguman amûrên gelek qedirbilind in, nemaze jî ji bo zimanekî wekî kurdî ku kok û şaxên wî heta hezaran salan diçe.

Kovarên ku bi kurdî jî dertên ku bi kedeke gelek mezin tên amadekirin ji bo pêşketina ziman amûrên herî bi kêr hatîne. Di nava kovarekê de ku em li vir behsa yên wêjeyê dikin; her celeb nivîsên wêjeyî hene ji pexşanan bigire, heta helbestan, ji cerebeyan bigire heta bi çîrokan gelek nivîsn ku asoya kesên ku dixwînin fireh dikin hene. Kovara W jî yek ji wan kovaran e ku di sala xwe ya 9'emîn de bi hejmara xwe ya 45'emîn dîsa bi nivîsên celeb bi celeb gelek alternatîf li ber xwendevanê datîne.

Kovara W'ê di vê hejmara xwe de cih daye dosyaya 'Sînemaya Kurdan.' Di dosyaya ku bi awayekî berfireh li ser sînemageriya kurdî tê rawestîn. Dêrsim Oremar di nivîsa xwe ya sernavê 'Kurtedîroka Sînemaya Kurdan' li ser dîroka ango peresîna sînamegeriya kurdan radiweste, Teymûrê Evdikê bi nivîsa xwe ya 'Nîşeyên Sînematografiyê (1950 -1958); Robert Bresson li ser sînematografiyaa Bresson radiweste. Roze Erîzîn bi 'Her dîmen qeydek ji nav jiyanê ye', Ercan Orhan bi 'Dumîzansen û sînematografiya Y.Guney', Prîskê Mohoyî bi '

Li Ermenistanê fîlmên li ser kurdan', Bariş Mehmetoglu bi 'Dema Hespên Serxweş' dosyayê dewlemendtir kirine. Di dosyayê de ligel van nivîsan hevpeyvîna ku bi derhênerê ciwan ê kurd Zeynel Dogan re hatiye kirin jî cih digire.

Nivîskar Dîlawer Zeraq di vê hejmarê de jî nivîsa xwe ya ku di hejmara 44'an de derketibû didomîne û bi ser navê 'Di wêjeya kurdî de avakirina çemkan (II)' dîsa nêrînên xwe yên li ser çemkan bi xwendevanan re parve dike. Ji bilî vê nivîsê; Di berbangê - Berken Bereh, Çend hîmên wêjeya dinê - Adar Jiyan, Di gerînekên zemên de lêgerîna bedewî, hezkirin û serbestiyê - Çîdem Baran, Awirek li ser romanên M. Ferho û zimanê wî yê demê û herweha

romana wî ya bi navê; "Xaltîka Zeyno" - Lokman Polat, Bêrî - Reyhan Sarhan, Spartakus xemgîn e! - Omer Coşkun, Manîfestoya Maseya Seydayê Tîrêj (MST ), Stêrk' li ser 'Keleh'ê diçirûse! - Amed Çeko Jiyan, Matêo Falkonê, Prospêr Mêrîmêk kurdiya wê: Ezîzê Cewo, Kerem Yûsiv, Ahmet Huseyîn, Roşeng Rojbîr, Mehmet Çakmak, Huseyîn Guçlu, Umît Esen, Nûjiyan Dîcle, Arjen Arî, Welat Dilken, helbestên li ser Arjen Arî, Jemal Nebez, Omer Farûk Baran, Kenan Karaaslan, Hemed Elî Qoserî, Selahattîn Çam, Mele Evdilhekîmê Badikî bi nivîs, pexşan, çîrok, cerebe û helbest û helwestên xwe Kovara W dagirtine. DOSYEYA HEJMARA BÊ Kovara W ji bo hejmara 46'an ango hejmara adar û nîsanê wekî dosye 'Zend û Bendên Kovargeriya Kurdî' niqandiye. Ji bo hejmarên gulan û hezîran ango ya 47'an û ji bo tîrmeh û tebaxê ango ya 48'an jî 'Di Çîroka Kurdî de Sî (30) Salên Dawîn' e. Mijara sereke ya dosyeyê ev tiştên hanê ne. Kesên ku dixwazin hejmara bê dewlementir bikin û ji bo dosyeyê binivîsin lazim e ku nivîsên xwe ji navnîşana: Kalem Sk. No: 32/4 Huzurevlerî Kayapinar/DIYARBAKIR re yan jî ji ser înternetê ji e-mailên; [email protected], [email protected] re bişînin.